Share |

Şaredariya Mezin a Stenbolê cîh da şanoyeke Kurdî

Li Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Mezin ên Stenbolê, şanoyek bi Kurdî “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) di 13ê Cotmehê de, wê li ser dika Gazîospanpaşayê were lidarxistin.

Bernameya demsala nû ya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê, hat diyarkirin. Şanoyên Bajêr, îsal ji ber şewba Koronayê biryar daye piştgiriyê bide şanoyên taybet. Li gorî vê biryarê, wê di meha Cotmehê de, 10 lîstikên zarokan, wê li ser hev 50 lîstikên şanoyê li salonên Şanoyên Bajêr werin lidarxistin.

Yek ji van lîstikan jî lîstikeke bi Kurdî ye. Li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin, şanoya “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê di dîroka Şanoyên Bajêr de bibe yekem lîstika bi Kurdî.

Şanoya bi navê “Bêrû” ya ku Dario Foyî nivîsandiye, ji du perdeyan pêk tê û Dilawer Zeraqî wergerandiye Kurdî. Nazmî Karaman derhêner e û lîstikvan jî Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Çelîker û Cîhad Ekîncî ne.

 

PeyamaKurd