Share |

Şeşemîn Fîlm Festîvala Navneteweyî ya Duhokê Dest Pêkir

Li bajarê Duhok ê herêma Kurdistanê, 6mîn Filmefestîvala Navneteweyî dest pêkir, ku wê 7 rojan dirêj bike, ji 20 Cotmehê ta 27.

 

Wê 105 fîlm beşdarî festîvalê bibin, û di dawiya wê de wê xelat li fîlmên serkeftî bên belavkirin.

 

Fîlm festîvala Navneteweyî ya Duhokê ji aliyê Rêveberiya Gişî ya Rewşenbîrî, Hunerî, Werziş û Lawan a Dihokê û Rêveberiya Sînemayê ve û bi hevkarî di gel Mîtosfîlmê li Berlînê tê birêvebirin.