Share |

Şehrîbana Kurdî : Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye

Şehrîbana Kurdî, hozan Dîno, Ferhad Alanî

Bi beşdariya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û bi hevkariya komîteya hevkariya Kurdistaniyan li bajarê Trondheim ê Norveçê şahiyeke Newrozê hat saz kirin.

Bi dirûşmeya ‘Yekîtiya Neteweyî û Serxwebûna Kurdistanê’ û bi tevlîbûna hunermend Şehrîbana Kurdî, hozan Dîno, Ferhad Alanî û bi hevkariya komîteya Kurdistaniyan a li bajarê Trondheim ê Norveçê, şahiyeke Newrozê hat saz kirin. Di wê şahiyê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Hunermenda kurd Şehrîvana Kurdî ji Rûdawê re ragihand ku Newroz ji me kurdan re nîşana yekîtî û hevgirtinê ye.

Hunermend Şerîbana Kurdî di berdewama axaftinên xwe de got: “Di vê serdemê de pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û hevgirtinekî zêdetir heye. Ez daxwazê ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku hevrêziya xwe biparêzin.

” Şehrîban di vê derbarê de got: “Partiyên siyasî yên kurdî evrazî û sernişîviyan bi xwe ve dibînin, lê ya dimîne Kurd û Kurdistan e.” Şehrîbana Kurdî keyfxweşiya xwe ji hatina ba hev a kurdên her çar parçeyên Kurdistanê nîşan da û got: “Ji min re cihê serbilindiyê ye ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bi hemû cûdahiyên xwe yên siyasî, beşdarî vê şahiyê bûne û bi yekgirtî daxwaza mafên xwe yên rewa dûbare dikin.” Trondheim‎ (Rûdaw)