Share |

Şivan Perwer li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kir

 Perwer: çalakiya girtiyên kurd, têkoşîneke bi şeref û mezin e
Perwer: çalakiya girtiyên kurd, têkoşîneke bi şeref û mezin e

 

Hunermendê kurd Şivan Perwer, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di roja 66an de didomin, bi komeke rewşenbîr û hunermend re dest bi greva birçîbûnê kir. Perwer got ku "Min jî got ku AKP gavên pêşketinê davêje û li çepikan xist. Lê mixabin hêviyên me şikestin."

Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bê dorveger ên li girtîgehên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê di roja 66'an de berdewam dikin, li Hewlêrê komeke hunermend û rewşenbîrên kurd li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi greva birçîbû kir. Şivan Perwer, Hakan Akay û Zeynel Abidîn Bîlgîn ku dest bi çalakiyê kirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer ku li vir axivî, bang li hemû cîhanê û hikûmeta herêmê kir ku ji bo grevên birçîbûnê bikevin nav liv û tevgerê. Şivan Perwer got ku "Ji bilî kurdan, kesek kurdan tunebû. Îro jî, roja xwedî derketina li hevdû ye" û da zanîn ku çalakiya girtiyên kurd, têkoşîneke bi şeref û mezin e. Perwer destnîşan kir ku daxwazên girtiyên kurd, daxwazên gelek mafdar û mirovane ye û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêbereke siyasî yê kurdan e, tecrîdkirina wî jî tiştekî gelek xelet e.

'AKPê hêviyên me şikandin'

Perwer, li ser pirsên rojnamevanan ên wekî "Te di paşerojê de piştgirî dabû pêşîlêvekirina hikûmeta AKPê, niha çi bû?", ev bersiv da: “Min gotibû AKP pêşîlêvekirinê pêk tine û min jî li çepikan xistibû. Heta, gelek kesan ji ber vê helwesta min, li hemberî min dest bi helwestê kiribûn. Heta min bang li rewşenbîrên li Tirkiyê kiribû ku piştgiriyê bidin van gavên hikûmetê. Lê her ku çû, tiştek jî qebûl nekirin. Muxalifan ceza dikin, tu alternatîfek qebûl nakin. Ev ne baş e. Ango, hêviyên me şikandin." Perwer anî ziman ku ne tenê kurd, pêdiviya tirkan jî bi aştiyê heye û destnîşan kir ku ev rêbaza hikûmetê neguhere, rojên tarîtir li pêşiya Tirkiyê ne. Hunermendê kurd Hakan Akay ê li Parka Samî Abdurehman a li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kiriye jî, li ser çalakiyê axivî. Akay, da zanîn ku berdewamkirina çalakiya wan, girêdayî pêşveçûnên di greva birçîbûnê ya li Tirkiyê ye. Akay, ragihand ku gelek hunermend û rewşenbîrên kurd jî, dê tevlî greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bibin.

 

DÎHA