Share |

‘Dilperest’ a Şivan Zeren derket

  

 

Taybetiyek Şivan Zeren heye ku li Stenbolê çêbûye û li wir mezin bûye û piştî 15 saliya xwe hînî kurdî bûye û dest bi xwendina kurdî kiriye. Di helbestên wî de her tim hisreta welatê wî Kurdistan heye û dilê xwe bi welatê hisreta xwe re dike yek. Di vê pirtûkê de jî li pey dilê xwe diçe û helbestê dixe nava dilê xwe li Stenbolê û dikeve xeyala welat û evîna ku jê re bûye xalek jiyanî. Dilperest 112 rûpel e û ji alî Weşanxaneya Berbangê di dawiya Berfanbara 2014’an de çap û belav bûye.

 

Dilê min bi ku de dibî ey rêwî!

Di dil de têkçûyînê,

Jehra jiyanê digirim ez

Koçber im,

Ji Dilistana xwe ya kavilkirî

Ji xewnên nîvcohiştî terikandî me

Di tariya neftê de

Du fanosên miftekirî ne

Çavên wê

Evînê perê xwe li ba kiriye li vê hingûrê

Reqsa êgir zincîra êşê dijidîne

Dîlgirtiyê xewnan di perestgeha şevê de

Hêviyeke xwe qûrban dike

Qurbanî ye, ji qewmê qurbanî ye

Cihê ku ‘Dilperest’ lê peyde dibe:

Amedê: Pirtûkakurdî, malpera pirtûkfiroşiyê, İnternet.

 

Pirtûkxanamed – Li nik mala dengbêjan, İkizler çarşi

Mêrdîn: Leylan Kafe-Kitap- Bajarê kevin

Stenbol-Medya Kitabevî- kolana İstiklal, Pasaja Elhamra

Şahmaran Kafe- Kolana İstiklal, Sadrî Alışık sokak

İdefix, Prefîx, D&R,

Weşanxaneya Berbangê: musadem47@gmail.com. wesanenberbang@gmail.com ‘ê

Bi rêya mailan hûn karin bixwazin.

AMED- HawarNet