Share |

“Kilamên Dêrsimê” ya Hüsniye Aydın ji Weşanên Lîsê Derket

Wekî şênîyên Dersimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de,

di kar û barên xwe ên derve û di ayînên xwe ên dînî de her tim dûrik, zêmar, kilam û stran digotin. Min rojekê ferq kir ku ev rîtûelên ku min li jorê behs kir her ku diçe kêm dibin. Min wê çaxê biryar da ku berhevkarîya vê gencîneya bêhempa a herêma Dêrsimê bikim ku nevîyên me jî karibin mîna me kilaman bibêjin û bistrên û ev kilamên ku ji zaroktîya min mayî tu carî winda nebin.

Elbet ev xebata min keda bîst salan e. Ez li gelek gundan gerîyam û min ji gelek kilambêjan gelek kilamên ciyawaz berhev kirin. Ev xebata han li ber gencîneya kilamên tevayîya welêt zahf hindik e. Lê ez hêvî dikim ku ew ê xwendevan û kilamhez ji xebata me hez bikin û bi kêfxweşî bixwînin.

Kilamên Dêrsimê, Hüsniye Aydın, Folklor, 88 rûpel, Weşanên Lîs 2017 , Amed

ISBN: 978-605-9014-80-9