Share |

1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdîn destpêkir

1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê ku ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ve tê organîzekirin, 17 gulanê dest pêkir.

Mîhrîcan li Baroya Mêrdînê hate lidarxistin û 25 weşanxaneyên kurd û 62 nivîskarên kurd tev li bûn. Di roja ewil a mîhrîcanê de eleqeyeke zêde ya gel hebû. Pirtûkhezên ku li standên weşanxaneyan geriyayîn, pirtûkên kirîn bi nivîskarên wan dan îmzekirin. Mîhrîcan dê heta şeva 19’ê gulanê bidome. Weşanger û nivîskar, têkildarî mîhrîcanê axivîn û bang li welatiyan kirin ku tev li mîhrîcanê bibin.