Share |

15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê wê bê li darxistin

wê 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê di meha Adarê de were  li darxistin 

 

Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî ragihand, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi çavdêriya Serok Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan dê were sazkirin.

 

Herwiha hat ragihandin ku pêşangeh ji 8 heta 18ê meha Adara 2023an, li pêşangeha navdewletî ya Parka Samî Ebdurehman were lidarxistin û hejmareke berçav ji weşanxaneyên Kurdî û Erebî û biyanî beşdar bibin.