Share |

20mîn. Mîhrîcana Huseyîn Çelebî li Bochumê hate lidarxistin

 

 

 20. Mîhrîcana Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, di 17 Mijdarê de li bajarê Almanyayê Bochumê hate li darxistin. Di mîhrîcana îsal de ew kesên ku di beşên cur be cur de heta niha xelat wergirtine tên eşkerekirin.

 

Mîhrîcana Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî cara yekemîn di sala 1992yê de ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) li Almanyayê hat lidarxistin û her sal ev şahî bênavber li dar ket. Di vê mîhrîcanê de ji bo helbest, çîrok û gellek beşên wêjeyê xelat tên dayîn. Ji bo mîhrîcana îsal jî wek her sal bi sedan berhem hatine şandin. Pirraniya berheman ji zîndanan hatine şandin ku xwediyê van berheman niha di greva birçibunê û rojiya mirinê de ne. Ew kesên ku xelat wergirtine di şahiya 17ê Mijdarê de li Zanîngeha Bochumê tên eşkere kirin. Di mîhrîcanê de ji bilî axaftinê muzîk û şano jî heye.

Di bernameya mîhrîcanê de ev kom û kes tên ser dikê: Koma Bajar, Hozan Cömert, Koma Lilith, Adnan Karim, muzîka enstrumental, flut û bilûr, şano, wendina helbestan û sînevîzyon.

 

Rûdaw