Share |

21mîn xûla Festîvala Gelawêjê dest pê kir

Roja 5-4 -2018 . 21mîn xûla festîvala wêjeyî û hunerî ya Gelawêj li Silêmaniyê bi beşdariya hejmarek mêvanên biyanî û navxweyî dest pê kir.

 

îro Pênşemî 5ê Nîsana 2018ê di saet 10:00an de 21mîn festîvala wêneyê û hunerî ya Gelawêjê li hola Tewar a Silêmaniyê dest pê kir.

 

Di salên bûrî de festîval heta 5 rojan berdewam dibû, lê belê festîvala îsal ciyawaz dibe û dê heyama wê 3 roj be.

 

Herwiha îsal hejmara mêvanên beşdar di festîvala Gelawêj de ji salên berê gelek kêmtir e, ew jî ji ber du sedeman, ya yekem berdewamiya qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê û herwiha ya duyem jî rewşa siyasî ya Kurdistanê ye.