Share |

28 Hunermend Beşdarî Sempozyûm a Hunerî li Almanya Bûn

Li bajarê Krefeld li Almaniya sempozyûmek hunerî li darket , ku 28 hunermend beşdarî vê çalakiyê bûn. Ev sempozyûm ji aliyê wezareta çand û hunera Almaniyê ve hate birêvebirin bi rêvebertiya hunermendê kurd Welîd Tewfîq.

Ev sempozyûm ji 15 Tîrmehê ta 22 wê dirêjkir, û pêşangeha berhmênên hunermendên beşdarîbûyî ji 22 Tîrmehê ta 29 wê dirêj dike.

Li gorî rêvibrê vê sempozyûmê hunermend Welîd Tewfîq, ev çalakî ji bo pênasîna bi hunera kurdî ye û ya Rojhilata Navîn e jî û ya din jî ku hunermendên kurd bighêjin hev û xebatên hevbeş bihev re bikin.

Di vê sempozyûmê de çend hunermendên Ereb û Alman jî beşdar bûn.

Hunera Şêwekarî, Peykersazî û karên dest têde diyar bûn.

Hunermendê şêwekar Cengo Mûsa, bi dilxweşî ev çalakî nerxand û got ku ew derfetek baş e bo xebatên hevbeş di nav hunermendan de.

Her wiha hunermend Sirûr Ilwan û Reşîd Hiso jî bi erînê ev çalakî nerxandin.

Peykersaz Salih Nemir ji aliyê xwe ve got, ku pêwîste hunermendên kur xebatên hevbeş bikin û berhmên xwe bi welatiyên alman re parvekin.

Berhemên di vê sempozyûmê de dikevin pêşangehek taybet bi vê çalakiyê û çi berhemên bên firotin wê yekser herin destê hunermend û yên din vegerin ji hunermendan. Wezeareta çand û hunera almanî hewl dide hunermendên ji netewên cuda bighîne hev û wan beşdarî çalakiyên almanî bike û berhmên wan bi welatiyên alman bide naskirin weku dergehekê bo pênasîn û rêzgirtina çandên cuda.

 

Luqman Ehmed-Dengê Emerîka