Share |

3 Pirtûkên nivîskarê Kurd Kemal Qoserî bi zimanê Swêdî derketin.

Bi helkefta derketin 3 pirtûkên nivîskarê Kurd  Kemal Qoserî bi zimanê Swêdî ,  Înstîtuya Kurdî li Stockholm wê rabe bi orgenîzekirina şevekê jêre ta ku behsa berhemên xwe bike.

Di tekoşîna azadîya kurdan ya bi dehan salan de yek ji pirsgireka mezin ew bû ku me nedikarî  ”derdê xwe” ji raya gîştî ya cîhanê re bibêjin. Kesekî bi qasî me tekoşîn, merxasî û bedelên mezin nedanê, lê xelk dengê me nabîhîst û gelek me bi awayekî din dizanin… Yek ji sedêma wê jî nebûna alavên me xwe bigîhînin mirovahîyê ye.

Li Swêd jî ew pirsgireka me hebû û heye. Lewra em zimanê Swêdî wekî têyî xwestin nikarin bikar bînin. Lê birêz Kemal Qoserî ew yeka bi penûsa xwe şikand û sê pirtûk bi zimanê Swêdî nivîsandin. Pirtûka yekêm dû heftan berê derket û eleqeyeka mezin dît.

Wek Înstîtuya Kurdî li Stockholm em wî pîroz dikin û dixwazin kefxwaşiya wê bi xwendevan û dostan re parva bikin. Bi wê minasebetê bangî hemî kurdan, dostên wan û swêdîyan dikin ku guhdarî nivîskar bikin û pirsên xwe jê bikin.

 

 

Bi xêrbin!

Dem: 2015.02.22-Yekşem

Kat: 14:00

Cîh: Înstîtuya Kurdî li Stockholm

Navnîşan: Mogårdsvägen 13, (pişt xanî) 143 43 Vårby

Tekili: Şoreş, 073 685 02 56