Share |

40 Roj…helbest: Mahîn Şêxanî

Mahîn Şêxanî
Mahîn Şêxanî

 

Bawer bike Yar

Îro çelê min e

Ku ez bê te mirî me. .

Rojê çel cara

Giyanê min

Berê xwe dide

Singa te. .?.

Bê te jiyan xave

Bê te ez tî me.

Birçî me.

Kani yê Evîn ê Zuhabûn

Meçiqîn.

Xwunavê hêvi ya ji pelê

Dara min

Berê xwe guherîn.

Singa te himbêz di kir

Bûye kavil

Nizanim çawa ji te re

Şîrove bikim Axîn ê

Vî Dil

Ez bê te....

mirî me..?.