Share |

43`emîn salvegera koça dawî ya Helbestvanê Kurd Qedrî Can

Îro 9/8/2015, salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskarê Kurd Qedrî Can e, ku 43 di ser wefata wî re derbas bûn.

Qedrî Can, helbestvan û nivîskarekî Kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911'ê da hate cîhanê.

Di piçûkahiya xwe de Qedrîcan wek "Qedrî" dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrîcan pir xwedî şans bû ku bavê wî (ku bi kurtahî wek "Cano" tê naskirin) di zanîna hêjatiya xwendinê bû kurê şand xwendinê. Di dibistanê de ew xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran da (matematîk).
Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind "Cano" kurê xwe şand Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê. Di wan salan de Qedrîcan welatparêziya xwe hîn xurtir kir û navê xwe xist îsteya dewleta Tirkan ya reş. Ji bo Qedrîcan tenê du çare ma bû: 1) yan mirin 2) yan revandin.
Qedrîcan ji Dewleta Tirk, bi riya Antakyayê, reviya çû Sûriyê. Piştî revînê, ew nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê xwe yê zayînê Dêrika Çiyayê Mazî. Bavê xwe "Cano", ku pir girêdayî hev bubûn, nema didît.
Qedrîcan yek ji helbestvanên herî mezin ên gelê Kurd bû û wek bavê helbesta nûjen a Kurdî (helbesta torê ya nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya kurdî ya kurmancî dinîvisand.

Yek ji helbest ên wî ya herî bi nav û deng Gula Sor bi destê hozanê gelê Kurd Ciwan Haco hat beste kirin.

Lê Qedrîcan ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebatên wî yên pirhejmarî bû. Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn. Ew rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû.

Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûriyê dersên kurdî dida xwendevanên xwe yên dibistanê.
Dema ku mirov li rûpel ên rojname yan kovarên "Hawar", "Ronahî" û "Roja Nû" binêre, xebat ên Qedrîcan tên dîtin.
Dema ku li Konyaye dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir.

Keça Qedrî Can, Şêrîn Can ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje: "Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan". Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îqna bike.
Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.
Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.

Hin helbestên Qedrî Can:

Gula Sor
Gula sor
Hil bû jor,
Bîn da dor,
Gula sor...
Gula sor
Em lê dor
Bicivin
Bîn bikin
Dor bi dor

Niştîman Birîndar e
Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
 Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
 Bo çi tu pir ekî derd, Wextî meyxane niye
 Ey kiça li çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
 Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
 Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
 Niştiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
 Wextê 'eşqane niye, wextê mestane niye .

 

Amadekirin: Egîd Hesen

 

PUKmedia / Wikipedia û hin jêderên din