Share |

4'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê

4'emîn Pêşengeha (Fûara ) Pirtûkan a Amedê roja sêşembê 14 gulanê hate vekirin û heta 19 vê heyvê wê berdewam bike. Di vê fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade bin û beşdarî çalakiyiyan bibin, û ji wan li dora 100 nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de wêderdikevin pêşberî xwendevanan.

Di vê fûarê de wê li dora 10 weşanxaneyên kurdan û hinek kovar û saziyên sivîl jî dê cihên xwe vekin. Her wiha wê gelek nivîskar jî pirtûkên xweyê nû îmze bikin, Di fûarê de bi dehan panel û gotûbêjên bi kurdî , û şevên helbestxwendinê wê bên pêşkêş kirin .