Share |

8 Festîvala Rojava Ya Çand û Hunerê li Qamişlo dest pê kir

Bi diruşma "Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê…û ta dilopa dawîn a xwînê" 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di 11.11.2022 li Qamişloyê dest pê kir.

Bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekaran 8.Mîhrîcana Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li Qamişloyê dest pê kir.

Di çalakiyên roja yekemîn de gelek hunermend, helbestvan, rewşenbîrû nivîskar û nûnerên ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê amade bûn.

 

NAVEROK:

 

(35) Lêkolîner û nivîskar beşdarî panel û simînaran dibin.

 

(93) helbestvan û Çîroknivîs beşdarî xwendina helbest û çîrokan dibin.

 

(4) Şano têne pêşkêş kirin.

 

(20) Kurtefilm û Belgefilm têne pêşandan.

 

(7) Şêwekarên Kurd komxebateke şêwekarî li dar dixînin.

 

 Û tê çavrêkirin ku heta 25.11.2022 Bi dawî bibe.