Share |

Amed ji Newroza Îsal re Amade Ye

Newroz-2010-Amed- şaredarê Amidê Osman baydemir- ERSHIF
Newroz-2010-Amed- şaredarê Amidê Osman baydemir- ERSHIF

 

 

Koma Civakên Demokratîk (KCD) û Partîya Aştî û Demokrasî (BDP) hemû amadekariyên siyasî, peyam û dîplomatîk ên ji bo Newroza Amedê qedandin. Ji gelek welatên cîhanê re, ji şexsiyetê navdar û partiyên siyasî re hezar û 950 vexwendnameyên Newrozê hatin şandin.

Hevserokên KCD’ê û BDP’ê Ehmed Turk Aysel Tugluk, Silhedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak îro li Amedê li avahiya KCD’ê derketin pêşberî rojnamevanan û derbarê Newrozê de agahî dan. Pêşî Turk axivî. Turk, diyar kir ku diyar kir kurd dê di vê Newrozê de daxwaza xwe ya statûya ji bo Kurdistanê bînin zimên û dê xwestekên xwe aşkera bikin. Turk, destnîşan kir Newroza îsal dê li 42 bajêran û li 130  navendan bê pîrozkirin. Newroza îsal dê di wextê xwe de roja pênşemê di 21’ê adarê de li Amedê bê lidarxistin û çav li rê ye agirbest yan jî biryara bêçalakiyê ya PKK’ê li Amedê bê ragihandin.

  Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî di axaftina xwe de got divê hikûmet hisabên şaş neke û heke bixwazin kurdan bixapînin ev pêvajo dê bi ser nekeve. Tugluk, got aştî encax dikare li ser bingeheke wekhev çêbibe û xwest şert û mercên azadkirina Ocalan jî bên amadekirin.

 Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş jî bal kişand ser girîngiya peyamên ku Ocalan dane û got peyama Newrozê dê li Rojhilata Navîn hevsengiyan biguherînin. Gultan Kişanak jî banga tevlibûneke xurt li gelê kurd kir û xwest ji 7 saliyan heta 70 saliyan hemû kes beşdarî Newrozê bibin û daxwazên xwe bînin zimên.

 Amed – (PNA)

G.M/S.K