Share |

Amed,1emîn pêşangeha pirtûkan pêşkêşî kobanê û şengalê dike

Şaredariya bajarê merzin a Amedê, amadekariyên 1emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî anîn.

Pêşangeh di navbera 12-17ê gulanê de li Jîngeha Sumerparkê tê lidarxistin û 70 weşanxane tê de beşdar dibin. Di çarçoveya pêşangehê de; gotûbêj, panel, semîner, livbaziyên zarokan û konser bi tevayî 80 çalakî têne pêkanîn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, bi daxuyaniyekê bernameya pêşangehê ji raya giştî re ragihand. Endamên Komîteya Pêşangehê jî di kombûnê de amade bûn û hate destnîşankirin ku pêşangeh pêşkêşî Kobanî û Şengalê hatiye kirin û hate gotin pêşangeh bi şîara “Li warê şaristaniyê, di bin ronahiya pirtûkan de”  tê lidarxistin.

 

PUKmedia/Malpera Ş. Amedê