Share |

Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan derket

Pirtûka bi navê Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan ku ji Weşanên Şaredariya Mezin derket, cih dide destan û çîrokên kurdî....

Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya me antolojiya çîrok û destanên kurdî weşand. Di vê pirtûkê de gelek çîrok û destanên kurdî hatine nivîsandin û çîrokbêj û destanbêj hatin nasandin.

Pirtûk ji aliyê Hîlmî Akyol ve hatiye amadekirin, edîtoriya wê Amed Çeko Jiyan kiriye, wêneyê bergê yê Fevzî Bîlge ye û sêwirandina bergê jî bi destê Bahar Demîrtaş derçûye. Di pirtûkê de destanên wek Zal û Rustem, Xalo di Silavlikê da, Huseyn, Dewrêşê Evdî, Selîm û Ûnis, Mihemedê Qewecî, Emer û Gewrê, Del û Mirxan û Bozo, Mala Zalê, Mem û Zîn, Her Dukund, Aqil û Sihûd, Ji Elî ra, Ne ji Elî Ra, Teyar û Derwêş, Sê Babe Derwêş cih digirin û wek çîrokbêjên van destanan jî navê Nezîrê Meheme, Mele Hemîdê Şerîf, Mehemedê Emîn, Mehemedê Mistefa, Zibeyrê Ezîz, Raxibê Sebrî, Misûrê Huseyn, Tehsînê Pasûrî, Mehemedê Nenyasî, Salihê Qubînî, Axayê Emîn, Mehmûdê Meheme, Mihyedînê Qutbedîn û Diyadîn Şerîf ligel kurtejiyana xwe derbas dibe.

Akyol, li gundê Dersîl yê Hezroya Amedê hate dinê û ji sala 1979an ve ye li pey dengê dengbêjan digere û çîrok û destanên wan berhev dike. Akyol, li Mala Dengbêjan a bi ser Şaredariya Mezin karên xwe dimeşîne û berhevkariya Antolojiya Dengbêjan 1 û Antolojiya Dengbêjan 2 kiriye. Akyol, niha amadekariya weşandina cilda 3yan a vê pirtûkê dike.  

 

Li hemû gundên derdora Amedê geriya

 

Aykol, ji bo pirtûka “Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan” li hemû gundên derdora Amedê geriya, bi çîrokbêj, destanbêj û stranbêjan re rûnişt, dengê wan qeyd kir û ev nivîsandin. Piştî vê pirtûka ku jiyana 15 dengbêj û çîrokbêjan tê de anî ziman niha jî amadekariya pirtûka “Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê” dike. Akyol, da zanîn ku wekî vê 21 dosye têne amadekirin û 8 ji wan qediyane.

 

Akyol: Bi piştgiriya Şaredariyê ev berhem derketin

 

Akyol, diyar kir, ev çîrok û destan berî hezar salan qewimîne, berhevkirina wan karekî gelek zehmet e û got, “berê em bi teybê diçûn. Di qeyda teyban de deng gelekî baş dernediketin. Niha teknîk pêş ketiye û divê sazî ji bo vî karî alîkariya berhevkaran bike. Ev berhem, bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê peyda bû.”

 

http://www.diyarbakir.bel.tr/newsdetails.aspx?ID=9447&natid=9445