Share |

Antolojiya Dengbêjan“Dengbêj Reso” “Dengbêj Şakiro” Derket!

 

Ji Weşanxaneya Nûbiharê bi amadekariya Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi navê Antolojiya Dengbêjan xebateke 2 cîldî hate weşandin. Cilda yekem bi navê “Dengbêj Reso” û ya duyem bi navê “Dengbêj Şakiro” weşiya.

Ev nêzî 20 salî ye ku Ömer Güneş û İbrahim Şahin kaset û materyalên dengbêjan berhev dikin. Di encamê de bi sedan kaset û repertûreke fireh a kilaman derket holê. Kilamên Şakiro tenê ji 600 rûpelî borî.

Wan tenê kilam deşîfre nekirin, jiyana dengbêj û ferhenga navê şexşan, navê gund û eşîran û maneya peyvên kêmnas jî derxistin.

 

“Dengbêj Şakiro”

  li ser kilamen Şakiro hatiye nivîsîn 35 heb li ser serhildane, 183 heb li ser evîniye, 27 heb di derbare şeren navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb jî di derbare xwezaye de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin.

Gelek ji van kilaman cara yekem e ku derten hole.

Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina we ji 10 salan zede di ber xwe dayî de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamen ku ji aliye Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv, nav û teşbîhen ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.