Share |

Arjen Arî li Amedê hat bibîranî

Di roja yekşembê 27 cotmehê de li hola Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn , Komeleya Nivîskarên Kurd di gel weşanxaneya Evresel ji Istenbolê ji bo derbasbûna salekê li ser koçkirina helbesvan Arjen Arî  ew bi bîranî, bi beşdariya hejmareke zêde ji rewşenbîr û nivîsakr û malbata Arî.

Gelek axaftin hatin kirin ji aliyê, a yekê ji aliyê Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û  nivîskar Berken Bereh,  Osman Ozçelik, û hin helbest ji aliyê hin helbestvanên gênc hatin xwendin, û li ser navê malbata Arjen arî xuşka wî axaftinek pêşkêş kir.

Bi tevayî behsa taybetiya helbestvan Arjen arî kirin û girîngiya wî di nava edebiyata kurdî de, û gelek şirove di helbestên wî de hatin kirin, û behsa netew û evîn di helbestên wî de hate kirin.

 Her weha di nava axaftinan de sozek hate dayin ku, komeleya nivîsakara di gel weşanxana Evrensel û hin dam û dezgehên wêjeyî wê pêşbirkeke salana bo helbestvanê herî zîrek li darxin û wê li ser nave Arjen arî xelatekê pêşkêşî ê serkeftî bikinû  bi dana koktêlê çalakî bi dawî bû.

Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Mêrdînê ( Omeriya), li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedandiye. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. ji sala 1976'an de li Nisêbînê û li hin deverên din ji ber karê xwe yê welatparêzî çend caran hatiye girtin û lêpirsîn lê hatiye kirin, heya ku ew bi kuştinê rûbirû maye, û birîndar bûye, Arjen Arî gelek berhemê wî yê wejeyî çap û belav bûne, û 30-cotmeha-2012an de ji egerê nexweşiyeke giran çû ser dilovaniya xwedê.

 

 Hozan emîn