Share |

AXÎNA BAJARÊN RENGÎN... XIZAN ŞÎLAN

dayê, rebenê

diwarên avahiyan bi ser min de

hilneweşiyan

tofana muhendis û mutehidên diz

sekbav, bêwijdan

bêdilovan, bextreş

harbûyî, çavbirçi û heramzade

bi ser laş û giyanê min yê sefîl de

hilweşiya

kefenekî reş

li cendekê min

yê bêguneh û bêçare

hate pêçandin

darbestan şerm kirin

dêleguran

ez bi saxî xistim

tirba bêxwedî, bênavnîşan

û bi axa sor hatim

nixumandin

ez

naleta serdeman li kujeran

dibarînim

kesek qêrîn,êş

nalîn û hawara min

nabihîze

di bin kavilên wêran de

can dikişînim

ji tîna qewirîm

ji ber birçîbûn û sermayê

dicirifim

henas li min

diçikê

gelo ev qedera min e

pênûsa helbestvanan

xwîn vedirişe

kelime û gotin li ser ziman

qurifîn

rûpelên defteran

qurmiçîn

nasnameya min di ferhengan de

cîh negirt

heyvê reş girêda

ji çavên reşewran rondikên sar

diniqutîn

asîman lerizî, roj tevizî

movikên pişta demsalan

şikest

gund û bajar bûn toz û qûma

çolistanan

teyr û tilûran berê xwe dan

warên nediyar

kulîlkên bax û bostanan

nepişkivîn

xewa şevên şîrîn

li dayika min ya kezebşewitî

herimî

ez bûm qurbanê sextekar

û fêlbazan

çima cîhan ker û lal e

ka mirovahî li ku ma ye

eyyyy hawar hawar

ev çi karesateke

bêreng e

ev çi mirineke bi jan

û bêdeng e

 

2023-02-09

Stockholm

Xizan Şîlan