Share |

Bîranîna 48an Ya Damezrandina Yekêtiya Nivîskarên Kurd

Yekêtiya Nivîskarên Kurd, yek ji destkeftên peymana aştiyê bû ya di navbera Kurdan û hikûmeta Îraqê ku weke Beyana 11 Adarê ya sala 1970ê tê naskirin.

 

Yêkêtiya Nivîskaran piştî şkestina şorşa Kurdan li sala 1975an dîsan berdewam bû, di nîva salên 80an de, YNK bi biryareka rejîma Bexda ya wî demî bo beşek ji Yekêtiya Nivîskarên Îraqê.

Piştî Serhildanê li Kurdistana Îraqê, sala 1991ê Konferansa Yekêtiya Nivîskaran li bajarokê Şeqlawe yê girêdayî Hewlêr hat lidar xistin û desteyek nû ya serokatiya Yekêtiya Nivîskaran hat hilbijartin.

 

Şaxê Duhok yê YNK şaxek çalak û bi berheme, heta niha çendîn Konferansên Edebî, Ziman û Kulturî encam dane, bi 10an pertukên nivîskaran çap kirine.

 

Li bîranîna 48an ya damezrandinê, şaxê Duhok dest bi rêze çalakiyan kir, yek ji wan çalakiyan semînarek rexneyî liser Romana "Ezazîl" ya nivîskarê Misrî Yusiv Zêdan.

 

Nivîskar Hecî Ca'far derbarê wê çalakiyê dibêje "Romana Ezazîl, ji Erebî hatîye wergerandin û berî Îslamê hatiye nivîsandin, liser kevilan hat bû nivîsandin li jûriya bajarê Helebê hatiye dîtin, giringî ewe ku, gelek caran navê Kurdan di Romanê de hatiye".

 Selam Balayî-dengê emerîka