Share |

Bawer nakim du berpirsiyarên rêxistinên kurdên rojava baş bi kurdî bizanin

Diribas Mistefa  û  Konê Reş
Diribas Mistefa û Konê Reş

Dîdar û berhevkirin: Diribas Mistefa

 

 

Nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş li sala1953 ê li gundê Doda li rojavayê Kurdistanê hatî ye ser diniyayê, navê wî yê dirust (Selmanê Osmanê Ebdo) ye. Ji malbateke kurdperwer, zimanhez û rewşenbîre. Şeş bira û sê xûşik hene, li gundî xwandina xwe ya seretayî temam kirî ye, pasî li Qamişlo û hesekê bekaloriya wergirtî ye. Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe daye.

Di gelek kovar, rojaname û belavokên kurdî da pişkdarî kirî ye û berhemên xwe têda belav kirîne. Ji kesên pêşyêe di nav rewşenbîrên di rojava da ku bi zimanê kurdî nivîsî, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Namî, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê.

Çendîn xelat wergirtîne ji wana: Li sala 1998 xelatê zêrîn ji hikûmeta herêma Kurdistanê, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya kurdî û li sala 2000 jî, hatî ye xelat kirin ji aliyê wezîrê rewşenbîriyê hikumeta herêma Kurdistanê bi helkeftina fîstevala Cizîrî li Duhokê.

Li sala 2004 xelatê fîstevala Bedirxan ya yekê wergirtî ye.

Pênc zarok hene, Jîn, Nalîn, Sîpan, Befirîn, Celadet. niha li bajêrê Qamişlo li rojavayê Kurdistanê dijî.

Li dor rewşa niha ya edebiyatên kurdî li rojavayê Kurdistanê Konê Reş got: Piştî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana başûr di sala 1991 ê da, wêjeya kurdî li nav me kurdên rojava derbasî qonaxeka nû û awarte bû, qonaxeke ku ji hemû qonaxên berê bi akamtir, hêztir û navitêdantir bû û rê li ber nivîskarên cidî vebû.

Ji sala 1990 ê û hêrive, hindekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hatibû girtin. Di wan salan da gelek dîwan, kovar, pirtûk hatine weşandin, ew jî bi dizî bû û heke hatina girtin sizayê wê mezin bû.. Lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî qanûnên çapemeniyê li sûriyê derketin, ew rêya biçûk jî li ber me hat girtin, tevî ku di wan salan da me berhemên xwe li şamê çap dikirin û li ser datanî li beyirûtê çap bûne.. Xwediyên çapxaneyan jî gelek pare ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me ra dikin..

Vêca, ji neçarî me berê xwe dida Kurdistana başûr û dervey welat (Ewropa û stenbolê), da ku em li wêrê berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexebûna ziman û hem ji ber bihayê çapkirinê.

Roja îro rewşa edebiyata kurdî li rojavayî Kurdistanê di cihê xwe da pîkolê dike.. Wek rewşa edebiyata erebî ye li sûriyê, ku ew jî di cihê xwe da sekinî ye.. Lê bêguman nivîskarên resen her di kar û barên xwe da berdewamin û bi bûyerên welatê xwe ve girêdayî ne..

Wî rolekî giring di belavkirina rênivîsa latînî da li nav kurdên rojava ji kevin da hebûye, piştî vê nîv azadyê ji bo vê rewşê helbestvanî dibêje:

Min xebateke zor di vê meydanê da kirî ye û hêj yê berdewamim. Ji ber ku em kurdên rojava, hebûna me di zimanê me daye û heke rast xebat û bizava rêxistinên me yên rojava di ber mafê rewayê gelê kurd da be, bêguman ji sedê sed zimanê kurdî di pileya pêşî daye. Lê sed mixabin guhdana partiyên me heta roja îro bi zimanê kurdî geleka qels û lawaze.. Cihê daxêye ku di warê piratîk da, zimanê kurdî li cem wan di pileya dawî daye! Tev nivîsînên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatî ye xemilandin. Ez bawerinakim ku du berpirsiyarên rêkxistinên me, baş bi zimanê kurdî bizanin bixûnin û binivîsînin?! Mixabin ku kurdewariya rêkxistinên me kurdên rojava bi zimanê erebî ye!

Ez jî wek nivîskar û hezkerekî zimanê kurdî, ku ji nêzkî 30 salane li dor kêşeya gelê xwe dinivîsînim û pirraniya nivîsînên min bi zimanê kurdî ne. Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me daye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêşve bibin, weha em hebûna xwe ya kurdî diparêzin.

Niha rewşa me piştî vê nîv azadiya ku em têra derbas dibin, hewildanin berfireh di qada fêrikirina zimanê kurdî bi tîpên latînî di seranserî bajar û gundên kurdan da têne kirin û di gelek dibistanan da bi rengekî nîv fermî dersên bi zimanê kurdî têne dan.. Her weha gelek partiyên me jî dest bi korsên zimanê kurdî kirine û xort û kiçan fêrî zimanî dikin.

Pitiriya nivîsînên wî li dor malbata Bedirxaniyane, çima ev daxibarî ye ku pitir ketî ye bin bandora vê malbata xebatker û kurdperwer, nivîskarî got: Bedirxanî li kîve bin Kurdistan li wêrêye. Weha ez bawerinakim çu malbatan wek malbata mîrê cizîra Botan, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd da kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber da winda kiribin.

Hemî endamên vê malbatê ji sala 1847ve di koçberî û sirguniyê da dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthlanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê da bilind bikin. Endamên vê malbatê di sirguniyê da, di bin şert û mercên çetîn û dijwar da, xwe berpirsiyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê da, û çi di warê siyasî. Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..

Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd ra hatine ava kirin.

Bi tenê divêt em hînî xwandin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwandin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke kesayetî ye, lê wezîfeke millî ye jî. Ma ne hêjane ku yekî weke min li dor kar û xebatên wan binivîsîne..?! Û heta ku ji min bê ez dê li dor pîş, saz û hunerê wan binivîsim û navê wan bilind bikim.

 

Şira klasêk ya rojavayê Kurdistanê li komtek gelek bilinde, anku astê wê gelek yê başe, lê şira nûjen (ne) li astê wê ye, Konê Reş vê yekê bo çend sedeman dizivirîne:

Di baweriya min de serketina helbestvanên rojava di warê helbesta klasîk da bo van egeran vedigert: 1 -hicirik û tekyên olî, ewên ku dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Xanî û helbestên Feqeyê Teyran di wan da dihatin xwendin. 2 -kovara hawar ya mîr celadet Bedirxan.. 3 -dîwanên cegerxwîn û Osman Sebrî û kesên ku dane ser şopa wan wek: Seydayê tîrêj, yûsif berazî, emerê leilê, Mele nûriyê Hesarî, seydayê palo û Keleş.. Di baweriya min da bandora van helbestvanan hişt ku xort û kiçên me pitir berê xwe bidin vehandina helbesta klasîk û weha gelek ji wan di vî warî de bi serketin wek: Salihê Heydo, Ehmedê Şêx Salih, Mehmûdê Sebrî.. Lê sed mixabin ji ber qedexebûna zimanê kurdî û xwendina bi zimanê erebî, gelekan ji xortên me berê xwe dan nivîsandina bi zimanê erebî û di bin bandora Selîm Berekat, Edonîs û Nizar Qebanî û yên mayî da helbestên nûjen û sade nivîsîn, anku zarivekirina wan bi zimanê kurdî kirin.. Di xwandina helbestên wan yên nûjen da mirov gêj dibe.. Û di xwandina helbestên wan yên sade da mirov bi helbestê nahise, haykobûnê di helbesta wan de nabîne.

Helbesta niha li wê parçê Kurdistanê dête nivîsîn pitir ya sade ye. Bi dîtina nivîskarî egerên vê evene: Bêguman helbestvan di nav wan da peyda dibin û têvelin–Gava ku em wî nifşê klasîk ji vê mijara xwe bidin alî.. Ewên ku ji mêj ve bi rengê Cizîrî, xanî û cegerxwîn dinivîsînin.. Yên ku em dixwazin li dor wan rawestin, ew nifşê ku duhî fêrî alfabeya kurdî latînî bûne û îro dîwanên helbestan çap û belav dikin û dibêjin em helbestvanin.. Bê ku helbestên dîwanên wan şert û mercên dîwanên helbestan hilgirin. Eger xwandevanek ji helbestvanekî, vî terzê helbesta sade bipirse û bibêje: Ez li ber helbesta te neketim, min daxwaza te ji nivîsandina vê helbestê nas nekir? Dibe ku ew helbestvan lê vegerîne û bibêje: Ev helbesta nûjene, dibe ku di ser ast û ramanên te ra be?!

Sed mixabin helbestvanên me yên ku helbesta sade dinivîsînin, nizanin helbestên klasîk vehûnin, dibêjin: Em helbestên nûjen datînin, mane nûjenî pêşketina klasîkê ye.. Û nûjeniya ku ne ji klasîk hatibe derê, dêmek ew nûjenî bîjî ye, bê esle û em li toreya resen digerin, toreya ku kok û rehên wê di nav xaka me da kûr çûbe. Ji rexekî din ve em bêjin nebêjin rewşenbîriya ku bi me ra kom bûye ji zimanê erebî ye, bi saya zimanê erebî jî em seruxtî rewşenbîriya cîhanî bûne, heke mirovek ji helbestvanekî ji terzê nûjen bipirse û daxwaza navê sê helbestvanên ereb yên hevçerx bike, bê guman piraniya wan nizanin, ji ber ku naxûnin, bi tenê navên çend kesên bi nav û deng bihîstine, wek edonîs, Mehmûd Derwîş û Nîzar Qebanî û Beyatî... Ev navên ku pîrika min jî navê wan bihîstî ye.

Gerek mirovê rewşenbîr, nemaze torevan, bi tevgera rewşenbîriya welatê xwe re be, ew welatê ku tê de dijî. Eger helbestvan be, gereke helbestvanên wî welatî yên hevçerxî xwe nas bike û helbestên wan bixûne û weha jî kesên ku çîrok, şano û romanê dinîvîsînin. Ji bilî ku tûrikê xwe bi gotin, metelok û çîrokên folklorê kurdî dagirin.

Her devereka Kurdistanê corekî edebî pitir ser hildaye, bo nimûne li başûr helbest pêşkeftî ye û li bakur roman, bo corê edebê di pêşda li rojavayê Kurdistanê helbestvanî got: Nivîsînên kurdên Sûriyê û rojava wek pezê colim; ji tev texlît û coreyên wêjeyê ne.. Hêj kesayetiya wan ya wêjeyî di coreyekî da beriz nebûye.. Hêj berxwedana wan ya wêjeyî zelal nebûye.. Hêj serê xwe di coreyekî edebî da bilind nekirîne û pê nehatine naskirin.. Bêguman sedmên vê yekê jî pirrin, di serê sedeman da qedexekirina zimanê kurdî ye.. Tevî vê qedexebûnê jî, wan di tev coreyên edebê da nivîsîne û gelek ji wan xwe bi berhemên xwe beriz kirîne wek: Helîm yûsif, fewaz Husên û jan dost di romanê de.. Ehmedê Huseynî û tengezarê marînî di warê helbestê da.. Deham Ebdulfetah, Berzo Mehmûd û derwêşê Xalb di warê ziman de.. Mehmûd Sebrî, D. Ebdulmecîd Şêxo, Heyder Omer û ez di warê lêkolîn û nivîsên têvel de.. Belê her helbeste ya ku bi pirranî di nav kurdên Sûriyê de tête nivîsîn..

--------------------------------------------------------------

Berhemên wî yên çapkirî:

— Serpêhatiyên mîran (1) Beyirût 1991

— Mîr celadet Bedirxan, bi erebî, Şam /1992 , bi kurdî stokholim, 1997

— Serhildana sasonê, 1925 -1936 , Şam 1995

— Osman Sebrî, 1905 -1993 , şam, 1997

— Komela xoybûn û bûyerên rojane yên şoreşa araratê, erbîl, 2000

— Dêroka Qamişlo, lêkolîn bi erebî, Îstenbol, 2003 û Heleb, 2004

— Welato, helbest, Beyirût, 1998

— Dergehê jîn û evînê, helbest, beyirûrt, 2001

— Cûdî çiyayê miradan, helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004

— Dara çinarê, helbest, wergerandina Mad Elhesen, Şam, 2006

— Şehîna şevbuhêrikên dîl, ji weşanên yekîtiya nivîserên kurd/ Duhok 2010 .

ـSîpan û jîn, Beyirût, 1993 .

ـŞagirtê Bedirxanim, helbestên zarokan, Beyirût, 1996 .

 

rojnama Evro