Share |

Beşê fransizȋ ji HAWAR ê: Stratêjȋ û Armanc…Hejar Ibrahim

(Gerek ez jȋ bi hrdû hevalên xwe Konê Reş û Berzo Mehmûd re beşdarȋ Festȋvala Mȋr Celadet Bedirxan bibama, lê sed mixabin ew derfet neçû serȋ... Min xwe ji festȋvalê re bi vê nivȋsa xwarê amade kiribû, çawa firansizan karȋbûn bingehê zimanê xwe deynin?):

Di beşê fransizȋ de ji hejmara 1ê  Mȋr Celadet Bedirxan dibêje ...."Armanca me ji weşandina Hawarê belavkirina zanȋnê di nav miletê kurd de ye û derfeteke mezine ji biyaniyan re ko fêrȋ ziman ȗ edebiyata kurdȋ bibin".

Ji bo pêkanȋna vê armancê Mȋr Celadet karekȋ pir giran daniye ser milên xwe ȗ dest bi belavkirina elfabê, fonêtik, gramer, folklor, raman, tore, ol, mȗzik, dans, ȗ dȋroka kurdan kirye.

Û her wiha Mȋr serwextȋ dema xwe bȗ, û mȋna bijȋşkekȋ bû ko êşê baş zanibe ȗ derman li kêlekê be... Disa di beşê fransizȋ de ji hejmara 1 ê dibêje: "Em Kurd, em ber bi şaristaniyê ve diçin, em hez dikin bibin modern ȗ latȋnkirina elfabêtê yek ji wan pêşveçȗna ne. Di dema niha de em bi sinc, adet ȗ cilan ne wek ewropiya ne, karekterên me cudane, ȗ em paypê jȋ nakin devê xwe de. Lê di Rojhilatê de tu miletan mȋna miletê kurd jin serbest nekiriye, ew jin dikare cihê mêran bigire dema zilam ne li mal be heta ko ew jin dikare meznahȋ  ȗ serokatiya êlê jȋ bike..."

Nerȋna mȋr di vê mijarê de pir kȗr ȗ dȗr bȗ,  wȋ zanȋbû ko wê dem pir tiştan biguhêre û wiha dibêje:

"Eger ev adet ne li cihê kêfxweşiya me bin jȋ li gor şaristanȋ pêşketina ȗ civakȋ li cȋhanê, ev tişt bi giştȋ wê di demên pêşde bên guhertin. Her miletek ko dixwaze bibe modern ȗ pêşketȋ divê ew formên herȋ nȗ qebȗl bike, ji ber ko formên Kevin dimȋnin kultȗra paqij, lê formên nȗ dibin şaristaniya giştȋ ya cȋhanê."

Pȋvanên ku Mȋr Celadet di nav fonêtȋka kurdȋ, fransizȋ, romanȋ, almanȋ, ȗ yonanȋ çêdike şahidin ko ew zimanzan ȗ lengwȋstekȋ mezin e, ew di nav dibistanên lenguistikê de geryaye da ko tevan bixe xizmeta karê xwe ȗ nemaze  structuralisma (Ferdinand de Saussure). Lewma em pir idyomên taybet li cem Mȋr dibȋnin mȋna fonêtik, fonolojȋ, êtȋmolojȋ, diyakronȋ, sankronȋ. Hêjaye gotinê heta Mȋr şirovekirina fonêtika kurdȋ bi serȋ dike, ew digihê hejara 15 an ji Hawarê (beşê fransizȋ).

Mȋr Celadet ji fransizan re rengên toreya kurdȋ ya ne nivȋsandȋ(devikȋ) tevde şirove kirine wek: çȋrok, stran, lavij, şer... Armanca wȋ ko ji fransizan re bibêje: Miletê kurd xwedan edeb ȗ kultȗre, ȗ xwedan zimanekȋ cudaye.

zimanê firensizȋ jȋ di destpêka xwe de di mercin wiha re derbas bȗye. Li Fransa di sedsala 16 an de, zimanê latȋnȋ yê fermȋ bû ȗ  du zarav hebȗn :(la langue d'oïl  : li bakurȋ Fransa bȗ   - la langue d'oc: li başȗr bȗ). du zaravin biçȗk jȋ hebȗn :( le picard – le normand) .. Ango fransȋ li seranserȋ fransa bi çar zaravan diaxivȋn ȗ helbestvan hebȗn,  wê demê ji wan re digotin ( troubadours an trouvères) . van helbestvanan rist dihȗnan ȗ distiran çi bi mȗzik çi bê mȗzik. Di pey re zanyar ȗ zimanzanan berhemên wan dane hev ȗ kirin bingeh ji zimanekȋ xweser re ku piştȋ demekê bû zimanê toreya herȋ navdar li cȋhanê.

 Û her wiha di sedsala 16 an de du bav ji zimanê fransȋ re hatin meydanê:

1-        Du Bellay ku di 1549 an de wȋ pirtȗkek bi navê(Défense et Illustration de la langue française) dirdixe.

2-        Ronsar ê ko komek helbstvan civandin ȗ (La Pléiade) avakirin.

Va herdȗ kesan ji milet xwestin ko bi franssizȋ biaxivin ȗ binivȋsȋnin.

 Mȋr Celadet Bedirxan jȋ ev tişt hemȋ xwendibȗ ȗ zanȋbȗ û pê pir mijȗl dibȗ. lewra di mala xwe de dengbêj ji her aliyê Kurdistanê li xwe kom dikirin, li wan guhdarȋ dikir ȗ dinivȋsand. Ji wan kesan Ahmedê Fermanê Kȋkȋ, Mişo ȗ Xido yên Berazȋ, Meryem Xana Botȋ ȗ hin din bûn…Mȋr zaravayên kurdȋ hemȋ şirove dikirin, pȋvanên kȗr di nav wan de dikirin berya ko dest bi karê xwe yê berfireh ȗ giranbiha bike. Ev yek jȋ fedakariyek bê dawȋbû.

Hêjaye gotinê ko zimanê fransizȋ di sedsala 17an de bȗ zimanê fermȋ bi saya serê Șah Lwȋs ê 14 mȋn (Loui XIV) ȗ di sedsala 18 an de rêzimana nivȋsandinê (orthographe) jê re hate danȋn piştȋ avakirina Akademya Fransizȋ (l'Académie française). Ango kar 300 salȋ dirêjkir. De werin em li meznahiya Mȋrê xwe Celadet Bedirxan temaşe bikin!!

Li ser vê mijarê dema Mȋr (Zerȋ Kubarê) wergerandiye fransizȋ di hejmara 4 an de wiha gotiye: "Min ev stran ji devê stranvanekȋ ji hêla Pencȋnaran girtiye ȗ min weşandiye bê ko ez yek gotinê jê biguherȋnim. Ez dixwazim hemȋ zaravên kurdȋ belav bikim. Ev derfeteke ji franizan re jȋ ko fêrȋ zimanê kurdȋ bibin."

Çi tiştên ko Mȋr wergerandine fransizȋ helbijartiye, yek ji wana (Delalê Beriyê) ye, ev dastana ko bi pir bȗyerên xwe wek (La Chanson de Roland) e. Ew çiroka klasikȋ li cem fransȋzan di sedsala 14an de .  Bi lȋrȋk, lehengȋ, û evȋndariya ko di nava herdû dastanan de heye, Mȋr dixwaze xezȋna tore ya gelerȋ ya kurdȋ ji biyaniyan re veke , da kesek nebêje kurd bê kultûrin.  

Bi rastȋ, Mȋr Celadet Bedirxan balyozxana ziman, kutȗr, ȗ toreya kurdȋ bȗ li Rojhilata navȋn. û wiha di bin bandora wȋ de gelek biyanȋ fêrȋ zimanê kurdȋ bȗn wek: Pierre Rondot ȗ Roger Lescot Yê ko di Hawarê de jȋ nivȋsandiye

Doktor Corc Mȋşlyan (Dr. G. Michaelian), ji ermeniyên Helebê bû, nameyekê ji Hawar re dişȋne (hejmar 10). Ew latȋnkirina tȋpên kurdȋ pȋroz dike ȗ wiha dibêje:

"…Te gavik pir mezin avêtiye li ser riya pêşketina zimanê xwe ji ber ko latȋnkirina zimanekȋ arȋ mȋna kurdȋ, wê belavkirin ȗ nivȋsandina wȋ di nav milet de hesanȋtir bike. Ez bawerim ku hȗn ber bi vejandina ziman ȗ toreya kurdȋ ve dimeşin. Eger niha milet bi qȋmeta vȋ karê we baş nizanibin wek ko hêjaye, ez bawerim ko nifşên bên ewê vȋ karȋ mezin ȗ giranbiha bibȋnin ȗ ewê cihê sipasiyeke sermedȋ be…"

Mȋr Celadet ȗ doktor Kamȋran Bedirxan du stêrin, ew bȗne sembola rewşebȋriya kurdȋ. Eger em bi bext ȗ bi nerȋneke kȗr karê wan binerxȋnin, Pêwȋste em Hawar ȗ xwediyê Hawarê bikin bingeha  " Ensȋklopêdya Kurdȋ " ȗ em Mȋr Celadet bibȋnin wek bavê vejȋna ziman ȗ ramana kurdȋ di sedsala bȋstan de.