Share |

Berbijêrê Nobelê Abdullah Peşêw li Amedê helbestên xwe xwendin

Bi beşdariya jimarek mezin ji rewşenbîr û nivîskarên kurd û berpirsên saziyên civakî li Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd û rojnamevanên gelek TV û rojanameyan li Amedê çalakiya helbestxwendinê ya Abdulla Peşêw li darket.

Bi merema balkişandina ser Helbestvanê Kurd yê Navdar Abdullah Peşêw ku wek berbijêrê xelata Nobelê ya Wêjeyê hate destnîşankirin ev çalakî li darket ji di roja yekşembê 17-Gulanê de li navenda Çandê ya Cegerxwîn di bin rêveberiya PENa KURD û malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat li darxisitin.

di destpêkê de Şêxmûs Sefer serokê PENa Kurd axaftinek kir û bi germî xerhatina hemû mêvanan kir û wata li darxistina vê çalakiyê li Amedê anî ziman û rewla Abdullah Peşêw wek helbestvanekî kurd di nava wêjeya kurdî de bilind nirxanid û bal kişand ser hin alî û wateya hilbijartina Peşêw bo xelata Nobelê, û bi bîr xist ku ji helbestên wî bêhtir ew Peşêw bi helwesta xwe ya li dijî birakujiyê dinasin û  helwestên xwe yê netewî û Kurdistanî.  

Piştî axaftina Sefer Helbestvana Emrîkî Marîya Labrosse, bi zimanê îngilîzî helbestên Peşêw “Yekitî”, “Gencîne”, “Şervanê Winda” û “Ez ji Te jî Hez dikim ji wê” jî xwendin.

û li dawî  Abdullah Peşêw derket pêşberî heskiryên xwe û çepikên kesên beşdarvan ku cih di holê de nemabû, komek helbestên xwe xwendin û ji aliyê Bêrîvan Doskî helbestên wî guheztin ser zaravaya Kurmancî, û bi imzekirna hin dîwanê xwe çalakî bi dawî hat.

hêjayî gotinê ye ku ev çalakî li hin deverên din jî li darketin li Zankoya Artuklu ya Mêrdînê di 18 Gulanê de û roja 20 Gulanê li salona Vatso ya Wanê wê li dar keve.

Abdulla Peşêw:

Di sala 1946ê li gundê Bêrkot ê Hewlêrê hate dinê, di Du saliya xwe bavê wî dimire, Helbesta wî ya pêşîn sala 1963ê di kovara Hewlêr de hate weşandin, Heman salê kete nav refên pêşmerga de, Paşî vedigere Hewlêrê û ji Akademiya Mamosteyan diqedîne, salên 1970-1973ê li Hewlêr û derdora mamostatiyê dike, Paşî berê xwe da welatê Sovyeta Berê û li Moskowê xwendina xwe ya bilind temam dike, û ji Enstîtuya Wergera Zimanên Îngilîzî û Rûsî diploma xwe werdigre. 1984ê lîsansa bilind li ser Pîremêrd kir. Peşêw demekê li Lîbyayê li Zanîngeha El-Feth xwendewariya bi zimanê erebî dike. û di sala 1994ê vedigere Herêma başûrê Kurdistanê  wê demê  ji ber şerê birakujî helbesta xwe ya birakujî wek ‘helwest’ nivîsand û piştî ku ew li meydaneke Hewlêrê xwend wek penaber berê xwe da Finlandiyayê, Peşêw berhemên ji Puşkin, Lermontov, Yesenin û Gorkî wergerandine kurdî û hê jî li Helsînkiyê jiyana xwe didomîne.

 Hozan Emîn-Semakurd