Share |

Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket

Berhema sêyemîn a helbestan bi navê “Bêyî Pêjna Te” ya helbestvan Rizoyê Xerzî derket û ew diyar dike ku helbestên wî li ser jiyana bê azadî ye.

 

Pirtûka helbestan “Bêyî Pêjna Te” ya helbestvan Rizoyê Xerzî ji Weşanxaneya Belkî derket û li pirtûkxaneyên kurdî li ber destê xwîneran. Pirtûk ji derdora 70 helbestî pêk tê lê mirov dikare bêje ku helbesteke ji 70 paragrafî pêk tê. Ji ber mijara van helbestan tevan jiyana bê azadî ye. Sernavê helbestan hemû “Bêyî te” ye û pirtûk ji 96 rûpelan pêk tê.

 

Ev berhema Xerzî ya sêyemîn e. Pirtûka wî ya ewil bi navê “Dema Çavên Te” di sala 2001’ê de li paytexta Sûriyê Şamê derdikeve û berhema wî ya duyemîn jî bi navê “Dilê Min Ne Dîn e” di sala 2011’an de ji Weşanxaneya Aramê ya li Amedê der diçe.

 

Xerzî destnîşan kir ku mijara helbestên wî li ser “jiyana bê azadî ye” hatine nivîsandin. 

 

Xerzî spasiya kesên keda wan derbas bûye kir û wiha dibêje: “Luqman Ehmed ku wêneyên hundirê pirtûkê xêz kirine, Xefûr Husên ji bo wêneyê bergê, rojnamevan Felat Niştîman bo radakisyonê û nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan û Weşanxaneya Belkî ji bo çapkirinê... Destê we sax be delalno û hêvî dikim ku bibe peşkek ji bo sermestiya hestên we...”

 

Xerzî di helbestekê de wiha dibêje:

 

“Bêyî te

Gelekî hêsan e

Mirov ji xwediyê cangoriyekî re bêje

Bila serê we sax be

Gelekî hesan e

Mirov ji nexweşekî bi êşa giran re bêje derbasî be

Lê tenê xwediyê êşê bi êşa dil û kezeba xwe

Û tama zilindarê ya di qirka xwe de dizane

Oxir be berxê bavê min oxir be…”

 

 

AMED – Mezopotamiya ajans