Share |

Berhema nû ya Arjen Arî ji weşanên Ronahî derket

Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku beriya demekê koça xwe ya dawî kirbû. berhemek wî ya nû derket.

û ev tê wateya “wêjekar tu car namirin” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. ev Berhem ji aliyê Weşanxaneya Ronahî hatiye çapkirin.

pirtûk bi navê  “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma” ye û ev berhem ji sê beşên bi navê “Bajar, Civak û Wêje”tê pêkanîn.

Edîtoriya berhemê Şengul Ogur kiriye. Berhem bi tevahÎ 276 rûpel e. Berpirsê Weşanxaneya Ronahî’yê Mihemed Ronahî ragihand ku “ bi weşandina vê pirtûkê mebesta me ew bû ku, Em Arjen Arî’yê nemir bi xwendekar û hezkerên wî bidin naskirin û aliyên wî yên nenas jî bidin zanîn. Lewre Mamosteyê nemir di vê berhemê de bi awayekî derbirînên xwe ragihandiye xwendekarê xwe.”