Share |

Bihara tirsên min… Kemal Necim

 Kemal Necim
Kemal Necim

 

 

((.. Biharên we..

Yên wan...

Yên me...

Gelek zarokên ji pişta min

Gorandin.....))..

(ez..,  çaxê ku ji helbesta xwe re li navekî digeriyam)

 

***

 

Ev ro li min ne xweş e.

Nejî duh giyanê min bi aram bû.

Pelikên roznamê hîn yên serê biharê ne.

Destê min nagere ku wan veguhêzim.

Ev bihar dike here ava..

Û tirsa min ...

...ji azadiyê..!!

Hîna jî hestiyên min dikiritîne.

Tirsa min...

Tirsa min...

.... ji azadiyê ..!!

Hestiyên min ..

... dikiritîne...!!

 

Kemal Necim

Girkêlegê - Bihara 2012