Share |

Birûskek sersaxî bo koça dawî ya Helbestvan Ferhad Içmo

Bi dilekî xemgîn Dezgeha Sema ya çandî û hunerî nûçeya koçkirna Helbestvanê navdarê Kurd Ferhad Içmo piştî nexweşiyek giran bihîst.

Dezgeha Sema sersaxiyê xwe pêşkêşî malbat û xizim û dost û hogir û tevayî nivîskarê kurd dike.

Nemir Ferhad icmo bejneke bilind di nava meydana rewşenbîriya kurdî de bû û koçkirna wî ziyaneke mezin bû ji peyv û wêjeya Kurdî re, bi huner û helbestên xweyî xweş û xizmetên xweyî hêja di dirêjaya jiyana xweyî tijî helbest û dahênanî û derbirîn û dîmenên xweşik, wê valahiyekê çêke.

cihê wî buhişt be û wê bi helbestên xwe her dem di nava dilê gelê xwe de sax be.

Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî.

----------------

Helbestvanê navdar "Ferhad Içmo:

Di sala 1960 î de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê, û di sala 1984 an de bawernameya Bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye mûzîkê û di sala 1970 de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29.07.1978 an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.

Di sala 2013an de li mala helbestvanê nemir Cigerxwîn, xelata dahênanê ya helbestê wegirt her weha xelata Abdurhman alûcî û xelata dahênanê salê ya Yekîtiya nivîskarên kûrdistana Sûrîyê wergirt û heta niha heft pirtûkên helbesta çapkirine: (Demişta Zozan, Piştî Çi, Evîna Te, pelên Sipî, Qêrîna Yekemîn, landika yek, Landika Du) û gelek dîn hazirbûn bo cape.