Share |

Birahîm Mihemed Şêxo : Ez nasnameya xwe di mûzîkê de dibînim

Birahîm Mihemed Şêxo
Birahîm Mihemed Şêxo

Birahîm Şêxo kurê hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo (Bavê Felekê) ye. Ji bajarê Qamişlo yê Rojava ye.

Dîtina wî mîna mizginiyekê ye ku Bavê Felekê nemiriye û bi şêweyekî nûjen vejîn bûye. Birahîm Şêxo, ji zaroktîya xwe de fêrî mûzîkjeniya amûrên mûzîkê wek tembûr, ûd, keman û orgê bûye. Birahîm kurê mezin ê malbata Mihemed Şêxo ye. Hîn 8 salî bûye bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê. Birahîm Şêxo, bo bicîhanîna xewnên xwe berê xwe dide welatê Elmanya. Xwendina mûzîkê li Elmanya temam dike. Birahîm Şêxo li ser huner û jiyana xwe bersiva pirsên BasNewsê da.

 

-           Tu mêlodiyên Kurdî ên klasêk bi melodiyên modern re sentez dikî? Gelo mûzîkên Kurdî niha li cîhanê gihiştiye çi astê?

 

Na, ez tenê mûzîka xwe çêdikim û berpirsê berhemên xwe me. Mûzîka kurdî di asteke xweyîn (authentic) û baş de ye. Gava lêkolîner, hezvan û mûzîkvanên biyanî bixwazin tiştekê li ser mûzîka kurdî bi dest bixînin, rastî ti zehmetiyan nayên. Kurdin hene ku mûzîka kurdî çêdikin, çi folklorî, çi jî berhemên wan bi xwe. Hinek jî hene ku mûzîka ne kurdî çêdikin -ewropî, li gor têgeha hin kesan-, an ku em bibêjin, nûnertiya dibistanên ciyawaz dikin.

 

-           Mûzîka Kurdî li ser hemû amûran tê lêxistin. Gelo bi nêrîna te ew tamê foklorîk didin?

 

Rast e, stiranên kurdî dikarin ne tenê li ser tembûr, keman, zirne û ûd td... bêne lêxistin. Meqamên mîna Kurd, Ecem, Hîcaz, Nehwend dikarin li ser amûrên mîna piyano, gîtar, fagot jî bêne lêxistin. Bêyî windakirina çêja folklorîk. Meqamên mîna Beyat, Seba, an jî ên ku ribek-ton (yan jî sêrib, 75 sent), di wan de heye, zehmet e bikaribin bêne lêdan li ser piyano, û berî her tiştî, gava li ser hemû tonan tê lêxistin. Mînak, Beyatê ku li ser Do lêkeve, li ser piyano(-ya îroyîn), wê zehmet be, an jî nebe, hemen meqam li ser tona Rê jî lêkeve.

 

-           Tu bi xebata xwe çi armanc dikî?

 

Ku koda -şîfre- mûzîkê bixwînim. Min gelek dîmen dîtine, ka çawa mirov mûzîkê diafirîne, ka çima mirov li mûzîkê guhdar dike, jê hez dike, jê hez nake. Min bi zarokan re kar kirye, min ew perwerde kirine. Min bi mezinan re kar kiriye . . . Min dîtiye ku hinek mirov hene, ku em li ser wan dibêjin ku dîn in, kêmaqil in -ez vê binavkirinê napejirînim-, evana dikarin wek her mirovekî li ser xwe, bistirên, û carcaran baştir jî bistirên. Tonê digirin û ji metronomê dernakevin. Mirov dikare qala Williams-Beuren Syndrom wek mînak bike. Extiyarên ku her tişt ji bîra wan diçe, tenê stiranê zaroktiyê di bîra wan de dimîne. Kesin hene, pir baş distirên, bêyî nas bikin bê ka Do, Rê, an Mî distirên. Mûzîkvanên pir zana û mûzîkxwende, te dî ji nişka ve dev ji mûzîkê qeriyan. Mirovên ku bi çavên xwe nabînin, kor in, û mûzîkê xweş û xweşik çêdikin . . . û diyardeyên wisa.

 

Her tişt diqede, lê interesa min ji mûzîkê re her berdewam e. Ez texmîn dikim, ev interese û balkêşî dikare wek hezkirin bê fêmkirin, û ez jî dixwazim vê hezkirinê bi her kesî re par ve bikim. Ez jiyan, têgeh û nasnameya xwe di mûzîkê de û bi riya wê, dibînim.

 

-           Li Ewropayê bikaranîna karê hunera kurdî gelo zehmet e? Elaqeya Ewropiyan ji bo mûzika Kurdî çawa ye?

 

Na, û meseleya interesa ewropiyan û mûzîka kurdî li ser kurdan bi xwe dimîne. Li Ewropa ji bo kîjan cûre, stîla mûzîka ku bixwazî pêşkêş bikî, dikarî têkiliyê bi mûzîkvanên pir baş re deynî. Ez texmîn dikim di herdû albomên xwe de (Dilopên Sîyekê / Drops of a Shadow û ya Novelle) min dê ji van mûzîkvanên ku min ew hilbijartin, ti kes çêtir nedidît. Ji bo dana semînarekê û perwerdeya mûzîka kurdî li zanîngehên Ewropa jî, her derî vekirî ne. Ji bo dana konsêrtan jî, her salon vekirî ye. Hinek ewropî bi xwe jî hene, yên dixwazin mûzîka welatên rojhilatî bijenin. Pêk ve bi xelkên van welatan re grûp û koman ava dikin.

 

-           Ji bo çi tenê tu di warê mûzîk de kar dikî?

 

Ew bi xwe ne tenê mûzîk e, lê her tişt ji bo mûzîkê ye. Ev pirs wek pirsa qedera min e (kêfa min jê re hat).

 

-           Xewn û xeyalên te yên paşerojê?

 

Miletê me bibe xwedî welat û xemxuriya vê yekê neke. Ez bi jiyanê razî me û ti xeyalek min wilo mezin tune ye. Tenê xema min rewşa me ya niha ye.

 

Birahîm Şêxo Kî Ye?

 

 Birahîm Şêxo, kurê hunermendê nemir Mihemed Şêxo ye, ango Bavê Felekê. Li Îranê ji dayîk dibe. di 1983an tevî malbata xwe vedigere Qamişloyê û li wir mezin dibe. 2003 berê xwe dide Almanya û li wir bi cih dibe. Xwendina mûzîkê (Composition) diqedîne û niha masterê dixwîne.

Ta niha 2 berhemên xwe belav kirine, alboma mûzîkê ya bi navê “Dilopên Sîyekê” (2014) û “Novelle” (2017). Her du jî ji hêla kompaniya almanî Timezone-Records ve hatine çêkirin. Di demek nêzîk de dê pirtûka wî ya bi navê “Kurdish Songs For Piano / Hindek Stiranên Kurdî Yên Piyanoyê” ji hêla Projeya HINARê ya Çandî li bajarê Qamilo ve dê derkeve.

 

Basnews- Sevda Kaplan