Share |

Biro Metînî helbestvanê kurdên Libnanê bû …Konê Reş

helbestvan Biro Metînî
helbestvan Biro Metînî

Bi min xweş e ku ez evîndarekî welat û zimanê Kurdî ji kurdên Libnanê, bi we bidim naskirin. Ew Biro Metînî ye, yê ku di helbesteke xwe de wiha dibêje:

Bihayî bihayî Kurdistan

Bi serê Mîtanî*, tev laş û can

Lê îro dijmin lê paldayî

Bihayî bihayî Kurdistan..

 

 

*    *     *

Bihayî bihayî Kurdistan

Bijî Qadiyê Mehabad, bijî Şêx Seîd

Bijî Mistefayê Barzan

Bijî Kurd û Kurdistan..

  Ji encamên herdu rojnameyên ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi navê (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê, bi kurmanciya Latînî diweşandin û ew dibistana ku di sala 1943`an de ji kurdên Beyrûtê re vekiribû, gelek ji kurdên me, yên ku di pey bidarvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî re çûbûn Beyrûtê ku, piraniya wan ji xelkên Çiyayê Omeriyan û Tora Mihelmiyan bûn, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibûn. Ji wan, Biro Metînî an Ibrahîm Metînî, yê ku wek yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên libnanê de tê naskirin.

  Biro Metînî; ji bakurî Kurdistanê, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna bû.. Ew di sala 1909`an de li gundê Metîna hatibû ser rûyê dinyayê. Di sala 1930`î de derbasî binya xeta Fransawî, nav kurdên Rojava bibû. Çend salan mala wî li bajarê Amûdê û Qamişlo mabû û dostaniya wî bi nivîskarên kovara Hawarê re çêbibû, di serê wan de seydayê Cegerxwîn.. Di dawiya salên 1930`î de mala xwe bardike Beyrûtê û li wir dostaniyeke mezin di navbera wî û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de çêdibe; li ber destên wî, di wê dibistana ku ji kurdên Libnanê re vekiribû, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dibe û herdu rojnameyên wî (Roja Nû û Stêr) li kurdên Libnanê belav dike.. Ew dostanî dirêjkiriye ta bi mirinê.

  Biro Metînî di roja 6`ê Adara 2001`an de li Beyrûtê koça dawî dike. Li ser daxwaza wî, ew di goristana malbata Hemiyê de, ya ku bi koka xwe kurdên Beyrûtê ne tê veşartine.

  Biro Metînî: Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan û Mela Mustafa Barzanî bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Û ji encamên vê yekê û dûrbûn û hezkirina welat helbest hunandine. Komek helbestên wî bi zimanê Kurdî hene, lê ta niha nehatine çapkirin.. Ez wî, mîna yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên Libnanê de dibînim.

*-Mîtanî navê kurê wî ye.

Konê Reş, Qamişlo