Share |

Dîdara Rojên Wêjeya Berawirdî li Amedê destpêkir.

Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya 4’an ku bi hevkarîya Weşanên Lîs, Wêjegeh Amed û Navenda Hunerê ya Amedê tê lidarxistin, di navbera rojên 21-30’yên cotmehê de û li Wêjegeh Amedê destpêkirye.

û ji gelek biwarên cuda yên wekî wêje, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax mêvan tev li bernameyê bibin û ew ê ji perspektîfeke navdîsîplînî hûrgerîyê li ser temaya “Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De” bikin.

 Bernameya 4emîn Rojên Wêjeya Berawirî ya Amedê, roja 21’ê cotmehê bi axaftina  Lal laleş rêvebirê weşanxana Lîsê Hesen Silîvanî serokê yekîtiya nivîskarên Dihokê  û bi axaftina hin nûnerên sazîyên wêjeyê dest pê kir û ew ê bi şeva helbestê bi dawî bû ku. Asuman Susam, Beyar Bavî, Birsen İnal, Ciwan Serwer, Hicran Aslan, Îrfan Amîda, Najat Abdulla Kadhim, Mem Bawer, Meryem Coşkunca, Metin Aydın, Mîna Acer, Vecdi Erbay helbestên Kurdî, Tirkî û Erebî helbestên xwe xwendin û derîyên ezmûneyên ji hev cuda vekin.

"Rojên Wêjeya Berawirdî", cara pêşî di sala 2013an de hatibû çêkirin. "Rojên Wêjeya Berawirdî" ji bo cara duyan di sala 2018an de hatibû çêkirin. Piştî ku di sala 2020an de bi awayekî onlîne hat çêkirin, vê carê jî, bo cara 4an, bi piştevanîya Qad bo Çandê û bi hevkarîya Weşanên Aras û Weşanên Everestê, bi awayekî rû bi rû li dar bikeve.

Bernameya "Rojên Wêjeya Berawirdî" wê heta 31ê Çiriya Pêşiyê dewam bike. Di bernameyê de roja dawiyê, ango 31ê Çiriya Pêşiyê wê ji bo mêvanê rûmetê yê îsal yê bernameyê, Îhsan Colemêrgî bernameyeke taybet li dar bikeve.