Share |

Dîroka Şanoya Kurdî derket!

 

Berhema bi navê “Dîroka Şanoya Kurdî” ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên 1990î hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla dramatûrg Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.

Berhema bi navê “Dîroka Şanoya Kurdî” ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên 1990î hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla dramatûrg Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.

Dîroka Şanoya Kurdî temsîla nasnameya kurdî ya ku di hunera şanoyê de pêk hatiye dişopîne û vê dîroka ku di qonax û kelepora kurdî ya sedsala 20an de dirûv girtiye, weke mijar hilgirtiye. Ev pirtûk ji çavkaniyên şanoya kurdî heta serdemên dîrokî, pêkhatina şanoya kurdî tevî hemû lîteratura wê, ango ji destpêkê heta salên 1990î serboriya şanoya kurdî radixîne ber çavan.

Di vê berhemê de, lêkolînên sereke yên li ser dîroka şanoya kurdî tê de cih digirin. Ji bo şanoger û xemxurên hunera kurdî, banga kifşkirina dîroka şanoyê dike û wêneyekî giştî nîşanî xwendevanan dike.

Pirtûk ji du beşan pêk tê, di beşa yekem de, ev gotar hene: “Dîroka Şanoya Kurdî di Wêjaya Kurdî de, Dêstpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê, Şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistanê (Salên 1920-1968an), Di Salên 1970yî de li Başûrê Kurdistanê Şano, Şanoya Kurdî li Sovyetê, Dayika Niştiman, Di 1893yan de Şanoya Kurdî li Fûara Chicago ya Cîhanê…

Di beşa duyem de; Têgih û Termên Şanoyê, Xebatek li Ser Şanoya Kurdî, Pêşgotina Şanonameya Koçekê Derewîn, Tiyatroya Netewî ya Kurda û Armanca Wê, Çavpêketinek li Gel Rêveberê Şanoya Kurdî li Bajarê Tiblîsê, Dayîka Niştiman û Siyaseta Kurd, Fatme Mihyeddîn: Periya Pêşeng û Eskera Bê Nav, Komela Tiyatroya Kurdî Hat Sazkirin, Pêşandana Şanoya Mem û Zînê li Almanya, Kronolojiya Şanoya Kurdî (1919-1990), Îndeks…

BasNews