 
         
        
	dîsa dergehê xewnên lerzî
	yên sar û bêzar.... li min vebûn 
	sawîr û gûmanên tariya şikeftên
	peristgeha evîna minî har û kevnar
	xwe ristin
	di govenda pirs û tirsande 
	li panava pîvanên qolana poşmaniyê 
	dîsa û dîsa .....
	hêviyê xewnên bê dawî ... xwe hejandin û rakişandin
	wêranbûn.
	di gola xwêdana bê cegeriyê de xwe şuştin
	û dibin qapaxa şevên zîz de ... bêsude 
	xew û xewn
	ji nav cûda bûn 
	lê hêvî diman ... hêvî û dema li xwe hay dibûm
	min daxwazên bê mirad borpêc dikirin
	dişo pandin
	gazî her dima hêvî
Xweşnav Silêman