Share |

Dîwana ‘di şîna evînê de’ hate îmza kirin

 

 

Bi amedebûna gelek nivîskar, mamoste yên zanîngehê, nûnerên Yeketiya Nivîskarên Kurdistanê û nûnerê wîzareta Roşenbîrî şeva Ahenga îmzeya pirtûka helbestvan Mihemed Hemo ya bi navê ‘Di Şîna Evînê de’ li bi rêve çû.

Di destpêkê de cîgirê serokê yeketiya niviskarên Kurdistan, şaxê Hewlêr, berêz Muhsên Awere helbestek xwe diyarî kurdên Rojava kir û mamosye yê hêja rexnekarê navdar Ebdulxaliq Yaqobî bi têr û tijî xwendina xwe li ser helbestên maomoste M. Hemo kir, û piştre jî Mihemed Hemo helbestên hilbijartî ji çar dîwanên xwe xwandin û amadkar pê dilxwaş kirin û dest bi îmzeya dîwanê kir.

Hêjayî gotinê ye ku Ev berhem ji çar dîwana pêk tê û dîwanekê de çapbûne ji aliyê weşanxane ya Sersera ve li Berlîn ê hatiye weşandin û di şeva 26-6-2021 li hola Sema, Hotêla Capitol. Li Hewlêr ê ev aheng bi rêve çû.