Share |

Daxuyanî ji Komîta çap û weşanê ya Dezgeha Sema

 

 

Wek me beriya niha dabû xuyakirin ku emê di dawiya meha adarê de pîlana xebata xwe ya sala 2008 an biweşînin , bi bîrhatina Cejna newroz ê em we teva pîroz dikin û daxwaza serkeftinê bo we teva dixwazin .

Me wek Komîte di sala 2007 an de 12 pirtûk çap kirin û pirograma xwe bi awayekî serkeftî bi dawî anî . ji dema me ragihand ku em destnivîsê we pêşwazî dikin bi dehan dest nivîs gihiştin dest me ji hemî cûreyên çandî çi ( helbest-çîrok – lêkolîn - …û ..HWD ..piştî di bin cave komîtê re derbas bûn 12 pirtûk hilbijartî çape bûn .û pirtûk bi şêweyekî pir bi rêk û pêk û bi dizayeneke ciwan hatin çapkirin . bi hevkariya weşanxana Hîro li Lubnanê . Dezgeha Sema ya çandî û Hunerî Alîkariya çanda Kurd û şiyarkirina rewana Dahênanî di nava xort û keçên kurd de dixwaze bike ji ber ku ev erkeke mirovatî û netewî ye , û ev bar daniye ser milên xwe da ku raghîne gelê kurd , û gelên der û dora kurdan , ji ber ku miletê kurd jî perçak ji gelên Rojhilata Navîne û di nava rojhilata navîn rewleka wê yî girînge heye da ku çand ç û ramana gellê kurd raghîne gellên derdora kurda . Bi vê baweriyê em hemi kesîn ku destnivîs di dest wan de hene û derfeta capikrna wê di xwe de nabînin , destnivîsê xwe bişînin ji komîtê re ta ku werin nirxandin ji aliyê komîta ku ji hin nivîskar û reşenbîran pêk tê û hege hêjayî cape bin . daxin nava pîlana sala 2008 an de . Hûn dikarin li ser vê navnîşnê desnivîsê xwe bşînin Weshan@semakurd.net Dem ji bo bidestxistina desnivîsê we vekiriye ji dema vê daxuyaniyê ta dawiya meha insanê . lê di aliyê zagonî û xalên girêdayî çapkirin û weşan kirinê de . bi xwedîyê Berhemê re li ser wê tê li hevkirin . Zincîra weşanên Dezgeha Sema ( 2006/2007) jimar Nave pirtûkê ziman nivîskar Cûre Dîroka çapê 1 Osman Sebrî Kurmancî Heyder Omer Lêkolîn 2006 2 Kerwanên Baranê Erebî Evîn şikakî Helbest 2006 3 şûna wê Kurmancî Taha Xelîl Helbest 2006 4 Asarê xak Kurdî* Soranî Qasim Erzeng Helbest 2006 5 Li katê gerenaweta Kurdî* Soranî Sefîn Hesen Helbest 2006 6 Pejal Kurmancî Ezîz Xemcivîn Helbest 2006 7 Mele Ehemedê palo Erebî ûKurmancî Dr.Ala-edîn Cengo Lêkolîn 2007 8 Dîroka kurda di şaristaniya islamêde Erebî DR : Ehmed Xelîl Dîrok 2007 9 kurd û Kurdistan Wergêr - Erebî DR : Ehmed Xelîl Dîrok 2007 10 Pêşketin Kurmancî Yusiv berazî Helbest 2007 11 çengên Te … Kurmancî Abdulkadir Musa Helbest 2007 12 Xilaf al-meqsûd Erebî Ehmed Omer Roman 2007 13 Leqîtet al-ersîfe Erebî Emîne birîmko çîrok 2007 14 Ehmedê xanî Kurmancî Heyder omer lêkolîn 2007 15 Mêrgesor Erebî şêrîn al-xetîb Roman 2007 16 Ineha al-rîh Erebî Omer Koçerî Helbest 2007 17 Derî veneke Kurmancî Kawa şêxê şano 2007 18 Omrî mehdûr Erebî fethula al-huseynî Helbest 2007 19 Lekî entî Erebî Feysel qadirî Helbest 2007 20 perîxana min Kurmancî Narîn Omer Helbest 2008

 

 Têbînî : tevay pirtûkên ku di sala 2007 an de çap bûne li weşanxana Hîro ya çap û weşanê hatine çapkirin .

 

Komîta çap û weşanê ya Dezgeha Sema – Dubey

 

22 March, 2008 02:13:00