Share |

Daxuyaniya dawî ya dîdara medyakarên Bașûr û Rojava

 

Di rojên 5-6/12/2012ê de dîdara medyakarên ji Bașûr û Rojava bi beşdarbûna bêtir ji 200 medyakaran li jêr dirûșma “Ji bo karkirina li ser rola medya di projeya aștî û demokratiyê de li rojavayî Kurdiatanê” li bajarê Duhokê hate li dar xistin.

Di roja duyem de hin rasparde ji aliyê beșdaran ve hatin pêșkêș kirin, û komîteyeke sazkirinê hat hilbijartin, ku ev rasparde di șeș xalan de  civandin.

Em, Komîteya Bilind a dîdarê, raspardeyan wek ku hatine, radestî her sê desthilatên Herêma Kurdistanê dikin, û emê hewil bidin ku wan pêk bînin.

1-Teqezkirina yekîtiya neteweyî û berçavkirina taybetmendiya gotara siyasî ya her perçeyeke Kurdistanê.

2-Piștgirtin û berevaniya kêșeya Kurdên Rojava di hemû waran de, bi taybetî peydakirina bingeheke berfireh ji bo karê ragihandinê.

3-Damezirandina dezgeheke ragihandinê ya berfireh ji bo hemû warên ragihandinê, bi taybetî damezirandina kenaleke televizyonê ya ezmanî.

4-Hewildan ji bo rêxistin û pêkanîna workshop û kursên fêrbûn û rahênan ji bo medyakarên Rojava.

5-Piștgirî ji hewildanên  Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re di xebata wê de ji bo sazkirina federasyoneke berfireh ji her çar perçeyên Kurdistanê re, weha jî komkirina rêxistinên medyakarên Rojava di yek sendîkeyê de, û hewildan ji bo endambûnê di Federasyona Navndewletî ya Rojnamevanan de.

6-Pêkanîna komîteyeke hevbeș ji medyakarên Bașûr û Rojava bi mebesta pitewkirina peywendiyên di hemû waran de, û ev komîte wê bi karê bidûçûna van raspardeyan rabe.