Share |

Daxuyaniya PENa Kurd (Felekedin Kakeyî malavayî li jiyanê kir)

Îro dîsa careke din, tevgera rewşenbîriya Kurdî bi xemek giran re roj ava kir. Mixabin kesayetiya rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, welatparêz, pêşmerge û siyasetmedarê Kurd, Felekedin Kakeyî, îro li me malavayî kir.

Malavayîkirina kesayetiya navdar ê Kurd Felekedîn Kakeyî wê valebûneke mezin di xebata wêje, ziman, azadîya raderbirînê û yeksanî û pirrengiyê re bihêle.
Nivîskar Felekedîn Sabir Kakeyî (1943), ji sala 1964’an re dest bi nivisînê kir û di sala 1967’an de yekem romana xwe çap kiriye û heta roja dawiyê jî di qada wêjekarî û rewşenbiriyê de jiyaneke têr û tijî jiyaye.
Bi koçkirina rêzdar Felekedin Kakeyî, Navenda PENa Kurd, peyama sersaxiyê ji malbata wî re û dost û hevalên wî û tevahiya gelê Kurd re dixwaze.
Xebat, nav, berhem, hest û helwêstên Kakeyî wê herdem mînakek ciyê şanaziyê be di nava Me Kurdan de.
Bila sere gelê Kurd saxbe.
 

Navenda PENa Kurd
01/08/2013