Share |

DENGEK LI PEY HÛRIYAN; RADYOYA DENGÊ ORKÊŞ Li AMÛDÊ

Radyoya Dengê Orkêş ku ji beriya 7 mehan li bajarê Amûdê weşana xwe dike, di nava civaka kurd, ereb û Suryani de pir hatiye hezkirin û bûye dengê rast ê pêkhateyên Amûdê

Radyoya Dengê Orkêş ku di 1’ê tabaxa 2014’an de dest bi weşana testê kir û di 5’ê îlona 2014’an de bi awayekî fermî li  Amûdê dest bi weşanê kir, di nava civaka kurd, ereb û suryanî de dengvedaneke mezin çêkiriye. Navê Dengê Orkêş ji Girê Orkêş ê dîrokî ango bi navê Girê Moza tê naskirin hatiye girtin. Li vê herêmê Beriya Zayînê bi hezarên salan şaristaniya Hûriyan ku li tevahiya herêmên Sûriyeyê belav bibû serwer bûn. Ji bo ku çanda resen a gelên Mezopotamya û şaristaniya Hûriyan careke din were nûjenkirin û ev nav lê hatiye kirin. Balkêş e ku logoya radyoyê bi zimanên kurdî û hûrî hatiye nivîsandin.

DENGVEDANA ŞOREŞÊ

Dengê Orkêş ji bo xwe xeta Şoreşa Rojava wekî bingeh armanc kir. Her dem bi serkeftinên şoreşê re bû yek û ji bo dengê Rojava yê rast bigihîne tevahiya civaka kurd, ereb û suryanî hemû hewldanên xwe dike. Ji radyo helbest û starênên şoreşgerî yên girêdayî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û tekoşerên wan tên pêşkêşkirin. Di nava civakê de dengvedana Şoreşa Rojava belav dike.

PÊLA WÊ FM 103.0 E

Dengê Orkêş ku li ser pêla 103.0’an FM weşanê dike digihîje 25 km ji çar aliyên Amûdê ango digihîje hemû gundên derdorê, her wiha gundên li aliyê bakurê Kurdistanê yên girêdayî Mêrdînê. Welatiyên Bakur jî li Dengê Orkêş guhdar dikin û gelek caran bi rêya telefonê beşdarî bernameyên wê dibin.

BI DILDARÎ DIXEBITIN

Di destpêka avakirina radyoyê de hin kes bi awayekî dildarî beşdarî xebatan bûn û heta niha van xebatan didin meşandin. Radyoya ku bi armanca belavkirina çanda resen a gelên herêmê hatiye vekirin di destpêka weşanê de rastî gelek astengiyan hatiye. Ji ber ku kesên beşdarî xebatan bûbûn ne perwerdekirî û pispor bûn astengiyên pîşeyî li pêşiya wan derdiketin. Lêroj bi roj ev astegî ji holê hatin rakirin. Tevî derfet û alavên teknîkî yên kêm jî Dengê Orkêş dikarîbû bi gelek radyoyên din re bikeve nava pêşbirkê.

Ekîba kar a Dengê Orkêş ji 9 kesan pêk tê 3 ji wan cihê xwe di  rêveberiya radyo de digirin û 6 jî nûçegihan, pêşkêşvan û teknîkçî (kontrol) ne. Ji van xebatkaran 4 xort û 5 jî jin in. Nûçegihanên radyo her tim li nava kolan û malan digerin, hevpeyvînan bi welatiyan re dikin  û bernameyên nûçeyên xwe dewlemend dikin. Çi bûyer li Amûdê rû bide çi çalakî were lidarxistin xebatkarên Dengê Orkêş li wir in û bûyerê ji nêz ve dişopînin.

DENGÊ RASTIYÊ YE

Rêveberê Radyo Dengê Orkêş Kurdyar Dirêyî ku di heman demê de pêşkêşvaniyê dike, diyar kir ku tevî hejmara ekîba wan a kêm û derfetên biçûk ên di dest wan de, ew dikarin bi gelek radyoyên Rojava yên ku ekîbên wan ji 80 kesan pêk tên, di nava pêşbirkê de bin.

Li gorî Dirêyî ji bo wan hejmar ne zêde girîng e lê ya girîng ew e xebatkar bi vîna xwe ya azad kar bike û axaftina xwe wiha domand: “Me bi derfetên kêm destpê kiriye û em ê vê xebatê heta dawî biser bixin, em ê hewl bidin ku Dengê Orkêş bikin dengê tevahiya civaka û bi riya wê çanda rasteqîn a gelan vegerînin.”

BI EY REQÎP DEST PÊ DIKE

Dengê Orkêş saet di 08.00an de bi sirûda neteweyî Ey Reqîb dest bi weşanê dike, saet di 22.00an de bi heman sirûdê dawî li bernameyên xwe yên rojê tîne. Di nava van seatan de gelek stran  û bernameyên cihêreng tên weşandin. Ji Dengê Orkêş herî zêde staranên hunermend Mihemed Şêxo, Feyrûz, Marsêl Xelîfe û Aram Tîgran tên pêşkêşkirin. Her wiha stranên şoreşgerî, folklorî yên bi kurdî, erebî li ser daxwaza welatiyên bajar û gundên wê diweşîne. Di navberan de reklama; Dengê Orkêş FM dengê me dengê we ye, dengê tevahiya civakê ye, ji bajarê Amûdê li ser pêla 103.0 tê bihîstin.

Ji Dengê Orkêş bernameyên cihêreng

WELATIYÊN bajar û gundên wê gelekî bi bernameyên Dengê Orkêş ve girêdayî ne. Ji bernameyên ku herî tên guhdarkirin û hezkirin Bernameya Sibeha Orkêş a ji saet 09.00’an heta 12.00’an ku bi zimanên kurdî û erebî tê pêşkêşkirin, Gulistana stranan, her wiha bernameyên  çandinî, tenduristî û siyasî ne. Bernameya Bêdeng Nemîne ku têde êş û azarên welatiyan tên vegotin û şaştiyên saziyên bajar tên nîqaşkirin û çareseriyên baş jêre tên danîn, li gel welatiyên Amûdê xwedî cihekî taybet e. Di bernameyê de welatî bi rêya telefonê beşdar dibin û bi awayekî bêsînor nerînên xwe der barê saziyan de diyar dikin û  nameyên xwe digihînin van saziyan. Ji Dengê Orkêş bernameya Jin ji aliyê xebatarên jin tê pêşkêşkirin. Di nava van bernameyan de serê her saetekê toreya sernûçeyên rojê bi kurdî û erebî tên pêşkêşkirin.

 

Hogir EBDO – Sema DERBAS / ANHA

Azadiya welat-AMÛDÊ