Share |

Derhênerê kurd bi wernegirtina xelata festîvalê Fransa protesto kir

Derhênerê kurd Kazim Oz

Derhênerê kurd Kazim Oz, ku di 36. Festîvala Sînemayê ya Parîsê de hêjayî xelatê hatibû dîtin, “ji ber helwesta Fransa” li hember bûyera kuştina 3 jinên endamên PKKê (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Lelya Şaylemez) xelat wernegirt.

Li gorî nûçeya rojnameya Ozgur Polîtîkayê, derhênerê kurd Kazim Oz ku bi fîlma xwe ya bi navê “Hebû Tinebû” beşdarî 36. Festîvala Sînemayê ya Parîsê bibû, di nav 40 fîlman de fîlma wî hêjayî xelatê hat dîtin.

Fîlma Kazim Oz ku behsa serpêhatiyên malbateke kurd a bajarê Batmanê yê Bakûrê Kurdistanê di werza kar de li bajarê Enqerê yê Tirkiyê dike, şeva 29ê Adarê bû yek ji 11 fîlmên herî baş ên festîvalê û ji ber wê jî hêjayî xelatê hat dîtin.

Bo dayîna xelatê, Oz derket ser dikê wî derhênerê kurd li wir got, ew ji ber helwesta Fransa ya li hember kuştina 3 jinên PKKê xelatê qebûl nake, berpirsên festîvalê jî hurmet ji biryara wî re girtin.

36. Festîvala Sînemayê ya Parîsê di navbera 20-30ê Adara îsal de li bajarê Parîsê yê paytexta Fransa hat lidarxistin. Di festîvalê de fîlmên kurt û dirêj ji 26 welatên cîhanê beşdar bibûn.

Di festîvalê de 23 hezar film beşdar bibûn ku di nav wan de 40 fîlm hatin hilbijartin û hatin nîşandan.

   (Rûdaw)