Share |

Dezgehê Sema Kurd, Hevkarî û Piştgirî Da Tîma Qamîşlo

   Tîma Qamîşlo

semakurd-Duhok-Di roja 31 meha Tebaxê de Dezgehê Sema Kurd bi piştgiriya xwe ya bi temînkirina materyalên gogê ji bo Tîma Qamîşlo dabîn kir.

  Ev tîma ku ji xortên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku piştî serhildana 12 Adarê mecbûr mabûn goçî bajarê Duhokê kiribûn û li Qempa Mûqbilê bi cî bûne hatibû damezrandin. Dezgeyê Sema Kurd ev xebata wan wekî çalakîyek civakî çespand û pêwistiya hevkarîyê bi cî anî û ev material pêşkêşî rêveber û endamên time kirin. Herwiha serkeftin ji timê re xwestin ku her piştgirbin ji çalakî û pêşketina vê timê re.

 

KURTE DÎROK Û BIZAVÊN TÎMA QAMIŞLO

 

YA TOPA PÊ(Goga Lingan, Fitbol)

 

 

 

 

 

 

 

Berî her tiştî em bi nave tîma Qamişlo ya goga lingan pir supasiya Dezgehê Sema Kurd dikin ku ew alîkariya(gog, cil, kovik hwd.. ji me re temin kirin. Bêgûman tîma me tîmeke gele. Ev tîm li başûrê Kurdisanê, li bajarê Duhokê navçeya Mûqbilê, ji aliyê ciwanên Kurdên Rojava ve hate avakirin. Hemû gogbazên vê tîmê ew in yên ku ji sedema serhildana Qamişlo hatîne herema Kurdistana Azad. Wek destpêk ev tîm, her du salên pêşîn ji çend gogbazan pêk dihat, lê disiplîn, hevgirtin, rêpîvan nebû. Lê,wek disiplîn, hevgirtin û bi rêk û pêk ev tîm di sala 2007an de hate damezrandin. Mixabin berî hindek mal bêne devera Domis tîma me perwerda xwe di nava erdê çandî yê xelkê de dilîstin, hemû roj û demê me yê perwerdê di nava bê derfetî û bê alîkarî de derbas dibû. Birastî tîma me pir tengasî di warê derfetan û cihê perwerdê de kişand. Li ser van tevan re û di nava van mercên teng de jî di sala 2007an de, tîma me tevlî dewriya Barzan ya devera Batêlê bû. Ev dewrî ji sîh tîman pêk dihat. Em di vê dewriyê de bûn yê duyem. Her weha di sala 2008an de tîma Qamişlo tevlî dewriya Domîs ya boneya dewriya giştî li ser heremê bû. Ev dewrî ji duzdeh12 tîman pêk dihat û di vê dewriyê de em bûn yê yekê. Lawên tîma Qamişlo jî tevlî dewriya lawên Domîs bûn û bûn yê duyem.

 

Îro tîma Qamişlo ji 3 tîman pêk tê:

 

1- Tîma mezinan

 

2- Tîma lawan

 

3- Tîma piçûkan

 

Ev her sê tîm di nava disiplînekê de û di bin rêvebertiya desteke rêveber de, rojane perwerda xwe dikin.

 

Dîsa em pir supasiya piştgirî û alîkariya Dezgehê Sema Kurd dikin jib o vê hevkariya wan û hêvî dikin ku ev hevkarî û piştgiriya Dezgehê Sema jib o tîm me berdewam be.

 

 

 

 

 

Silav û rêz

 

 

 

Desteya Rêveberiya Tîma Qamişlo Ya Goga Lingan

 

03 September, 2008 12:07:00