Share |

Di roja cîhanî a Jinê de; Perîxana Remî (Diya Emînê Perîxanê)

Wêne: Gora Perîxana Remî ye.
Wêne: Gora Perîxana Remî ye.

 Jinek Kurd wek nimûne-   Diya şêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuştin, diya Emînê Ehmed bû.. Bê guman rola vê jina Kurd di herêma Bişêriyê, Heskîf, Midyad û Xerzan de,

ne kêmî rola Xanzade di herêma Soran de bû û ne kêmî rola Hefsexana Neqîb, di herêma Silêmaniyê de bû.. Lê zor û setema tirko ji hêza wê û zarokên wê mezintir bû.. Ew jî bo azadiya herêma xwe ket zindana Diyarbekir de.. Zarokên wê bi serê çiya ketin.. Di Şîpê Rema de serê Samî beg û Ziya beg jêkirin û ji diya xwe Perîxanê re şandin.. ta ku kurên wê yek bi dûv yekî de, li ber çavên wê, bi destê Tirko hatin kuştin.. Dawî Perîxana Remî, diya Emînê Ehmed, an Emînê Perîxanê, keça Elî Begê Eskîfî, ji mîrekên Eskîfê, ku malbata wê bi koka xwe li malbata Selaheddînê Eyûbî vedigere, di sala 1943 an de, li gundê Zaxora xatir ji dinyê xwest û di bin siya çend daran de hat veşartin.. Her sibeh çûk û çivîk li ser kêla ber serê wê datînin û strana Hawer delal, Hawer delal dibêjin..

 

 

 

Konê Reş

Qamişlo,07.03.2014