Share |

Dr. Nûrî Dersimî Di 40 Saliya Koçkirina wî de

 

Di roja 22.08 2013an de 40 sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûrî Dersimî re derbas dibe. Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand:

Dilbirînê Bi Nalîna Welat

Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo

Li ser vê riya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gulbihar

 

   Bi helkeftina ku di roja 22/08/2013 an de, 40 sal di ser koçkirina Dr. Nûrî Dêrsimî re derbas be, min jî ev helbest wek bersiv lê vegerandiye:

 

 

Lehengo Nûrî Dêrsim!

Bijî Çiyayê Dêrsim

Jiyana te a dijwar

Bi zêr, va em dirêsim

 

Bi saya kesên wek te

Bihişt bibe mala te

Xweş silava bigihîn

Wan şehîdên rêya te

 

Seyd Riza û Şêx Seîd

Wan sofiyên wek Egîd

Xwîn rijandin bi merdî

Bo azadî bûn mirîd

 

Bo rêya teyî dijwar

Va em jî dikin hawar

Navê te diparêzin

Ji bihar ta bi bihar

 

Ji Qamişlo û Efrîn

Gul, kulîlka datînin

Ser gora te ezbenî

Dêrsimê bibîr tînin

 

Konê Reş

 Qamişlo