Share |

Dr. Nûrî Dersimî : Helbest...Konê reş

Dr. Nûrî Dersimî
Dr. Nûrî Dersimî

 

Lehengo Nûrî Dersim!

Bijî Çiyayê Dersim

Jiyana te ya dijwar

Va ez bi zêr dirêsimز

Bi saya kesên wek te

Buhişt bibe mala te.

Xweş silava bigihîn

Wan şehîdên rêka te;

Seyid Riza û Şêx Seîd,

Wan sofiyên wek Egîd

Xwîn rijandin bi merdî

Bi azadî, bûn mirîd.

Bo rêka te î dijwar

Va em jî dikin hawar

Navê te diparêzin

Ji bihar, ta bi bihar.

Ji Qamişlo û Efrîn

Gul, kulîlka datînin

Ser gora te ezbenî

Dersimê bibîr tînin.

 

        Ji bo bîranan 49 Saliya Koçkirina Dr. Nûrî Dersimî