Share |

Dr. Zerdeşt Haco “ Pena Kurd Nûnerê netewa gelê Kurd, û çand û zimanê Kurdîye li Cîhanê ”

Hevpeyvîn : Hozan Emîn- Dr. Zerdeşt Haco, zimanzan û nivîskarê kurde. Di sala 1950ê de li rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye,

 Li Almanyajiyana xwe didomîne, derçûyê Zanîngeha Berlîna Azad di warên zimannasî û zimanên Hînd û Îraniyê de, li zanîngehên Berlîn, Birêmên û Hambûrgê mamostetî kiriye, wî gelek gotar li ser babetên zimannasiyê de li kovar û rojnameyên kurdî weşandine, û berhemên wî yê wergerê û helbestan hatine çapkirin û belavkirin û Serokatiya  PEN a Kurdbi salan kiriye.

Di bin dirûşima "Em bi cîkirina bendên manîfestoya Gironayê li ser mafê ziman, li welatê xwe dixwazin" 8emîn kongireya Navenda Pena Kurd, di rojên 18 û 19ê gulanê deli Amedê hatibû li darxistin.

Me di debarê vê kongireyê de bi serokê Pena Kurd yê berê Dr. Zerdeşt Haco re bo rojnama Evro ev hevpeyvîn çêkir .

 

-          Em spasiya we dikin bo vê derfetê, em dixwazin bi kurtî danasînekê di derbarê Pena Kurd hûn bidin ?

 

-          Ez jî rêz û silavên xwe pêşkêşî rojnama we dikim, di destpêkê ez dixwzim bêjim ku navenda Pena Kurd rêxistineke wêjeyî ye rewşenbîrî Kurdistanî serbixwe ye, û li gora zagona pena navnetewî karê xwe dike, û em ne di bin destê çi partiyeke siyasî de ne, heta ne di bin destê çi hikumeteka siyasî de ne, ji ber ku zagonên pena navnetwî vê yekê napejirîne, û yek ji mercên bingehîn yê endametiya pena Navnetewî jî eve.

 

-          Kî dikare çihê xwe di nav we de bigre?

 

-          Ji ber ku xebata me, xebata zimanê Kurdî ye xebata wêjeya Kurdî ye, û ermanca me ewe ku hemû niviskarên kurd cihê xwe di nava vê rexistinê de bigrin, ew kesê ku bixwaze li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkeve, navenda me cihê hemû rewşenbîrê ku dixwazin dengê xwe bighîne nivîskarên cîhanê, ji bo parastina zimanên ku zordestî li ser wan heye, wek zimanê Kurdî, ew nivîskarên ku ji ber derbirîna bîr û  behweriyên xwe ji aliyên rêjîmên xwe ve hatine girtin û ketine zindanan de, ev pena navnetwî xebatê dike ji bona rabûna wan zordestiya, û azadikrina wan.

 

-          Kengî navenda we hatiye avakirin, û ev kongireya we ya çendê ye?

 

-          Navenda me di sala 1990 de hatiye avakrin, û ev kongireya me ya 8 a ye tê li darxistin, her 3 salan em kongireya xwe li dar dixin, û têde gelek biriyarên girîng û rêveberiyeka nû tê hilbijartin .

 

-          Tê çi wateyê ku hûn kongireya xwe li Amedê li dar dixin?

 

-          Bi rastî eve serkeftineka mezine, û hûn dizanin ku navenda pena Kurd li derveyî Kurdistanê hatiye damezrandin, û her li wir kongireyên xwe li darxistine, ev jî ji ber şert û mercên kurdistnê ku nedihiştin navend were Kurdistanê, lê belê niha ji ber ku rewş hinekî ji berê baştir bûye û derfet û rê vebûne, me xwest ku em vî kongirê xwe li Amedê bikin bi mebesta ku em navenda pena Kurd bînin vir, û em dixwazin bi vê yekê peyamekê bidin ku Amed paytexta welatê me ye, û Amed dilê kurdistanê ye, û Amed dibe cihê girêdana pêwendiyan di navbera rewşenbîrên Kurdistanê, û yekîtiya me di ser sînorin ku dijmin li ser axa me danîne û em perçe kirine, ev kongirê me nîşana vê yekê ye, em hêvîdarin ku ji niha û pêve hemî kongirê xwe li ser axa xwe li darxin, û wek hûn dibînin ku nivîskarên herçar perçên Kurdistanê têde beşdarin, ev jî destnîşan dike ku em nivîsakrên kurdistanê ne, bi kêmayî be jî di hizra xwe ya rewşenbîrî de em yekîtiya xwe li darxin û hevbigrin û em wan sînoran napejirînin.

 

-          Gelo em karin bêjin ku navenda we wê ji Ewrupa were Kurdistanê?

 

-          Ji xwe mebesta me eve, û wê di vê kongireyê de komîtak nû were hilbijartin, em hêvîdarin ji wê komîtê ku kar ji bo vî tiştî bikin, ev jî bi piştgirya şaredariya Bajarê mezin ê Diyarbekirê, wek ku serokê şaredariyê jî birêz Osman Baydemir jî di axaftina xwe de got ku ew amadene ji bo her piştgirî û pêdiviyê bo pena kurd dabîn bikin, em jî wisa hêvî dikin ku em jî kongereyên xwe yê bên jî li Kurdistanê bikin, û karibin nivîsakarên naskirî û bi navûdeng beşdarî kongireyên xwe bikin, û her weha nivîsakrên naskirî yên Pena navnetwî, beşdarî kongireyên xwe bikin, wek ku di peyama  xwe de jî seroka pena navnetwî jî dixwest beşdar bibe, lê kêmaya me bû me wî dereng agahdar kir bû loma nikarî beşdar bibe.

 

-          Şet û mercên endametiyê Pena Kurd çine?

 

-          Berî her tiştî gava ku hevalên me diçin li kongireyê pena navnetwî beşdar dibin, di her salê de 144 Pena duniyayê hen têde beşdar dibin, ji netwên ku dewlet bin û ên wek me bê dewlet jî hene , û her sal li welatekî kongireya xwe li dardixe, û em wek nûnerê netewa gelê kurd beşdar dibin, û wek nûnerê çand û zimanê kurdî ne.

 

Û merç jî ewin li gora rêbaza pena navnetwî, her pena ku endam be divê li gora rêbaza wan tev bigere, û her weha li gora şertên her penê jî rebazên wan yê xweyî jî henê, me jî di nav xwe de gotiye wek rêbaz, kesek ku bixwaze bibe endamê pena Kurd gereke bi kêmayî du berhemên wî yê wêjeyî hebin, û heger ew jî nebin, ji ber rewşa zimanê me ku xwendingeh û zanîngehên me kêmin, û yên ku bi zimanê Kurdî dinivîsin ne şertê ku berhemên wan hebin, hege gotar yan nivîsên  wan yên nirxdar hebin ew jî dikarin bibin endam, û perê endametiyê ku ji 60 yûrû pêktê salane bide.

 

-          Banga we ji nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê re çiye?

 

-          Em hêvîdarin ku dengê me bighêje hemû nivîskarên Kurdistanê, ku em dixwazin bi rastî Amed bibe navenda rewşenbîriya Kurdistanê, û li ser wan sînorên ku li dijî vîna gelê me hatine danîn xebat û tekoşîna xwe bikin, û nîşanekê bide ku em yek netew û ziman û yek xakin.

 

Navên endamên hilbijartî di kongireya 8an de evin : Şêxmûs Sefer serokê Navenda Pena Kurd, Bêrîvan Doskî cîgira serok, Kakşar Oremar sekreter, Mem Mîrxan berpirsê darayî û Dilşa Yusif, Perî Şêx Salih û Salih Kevirbirî wekî rêvebir hatin peywirdarkirin. Herwiha Omer Fîdan û Irfan Babaoglû jî wekî endamên yedek yên rêveberiya giştî hatin diyar kirin.