Share |

Encamnameya Konferansa Amedê ya hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK

Komîta kargêrya HRRK  Şaxê Amedê

Di 1ê  pûşbera 2014an de li Amedê, li bin nave Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, konferansa damezirandina şaxê HRRK li Turkyayê û Bakur hate li darxistin.

Ev konferans wek serencama biryara Kongireya 4ê ya HRRK yaku di 25/01/2014 li BILEFELD a Elmanyayê hatibû li darxistin  û bi şêwazeke rêbazane û balkêş giha armancên xwe yên bingehîn.

Di konferansê de bi qasî 48 endaman hem jiTurkyeyê û hem jî ji bajarên bakur amadebûn û endaman rewşa rojane û şêwazên berfireh û bandore rewşenbîran û avakirina saziyên sivîl gotûbêj kirin.

Her wisa bi awayekî berfireh li serkar û bare rêxistinîya HRRK bi giştî û şaxê Amedê bi taybetî hate rawestandin.

Di konferansê de komîteyeke kargêr ji boyî beşê Amedê hate hilbijartin û di konferansê de kar û bar û erkên vê komîteyê hatin destnîşan kirin.

 

Amedekarên konferansê rewşa Sûriyayê bi giştî û rojava bi teybetî di berçav re derbaskirin û pêdiviya Rojava bi avakirina sazî, dezgeh, rêxistinên civakî û çandî û sivîl ji hemî deman bêtir dîtin û di heman çarçeweyê de, bihêzkirin û berfirehkirina HRRK jî nirxandin.

 

Parastina berjewendiyên neteweyî û avakirina seqayên diyalogê  û qedexekirina bikaranîna hêz û çekan di çareserkirina nakokiyên siyasî û rêxistinî de..

 

Banga me jî ji bo kesênku di qada rewşenbîrî de dixebitin ku bi bin navbeynkar û alîgirên diyalog û hevgirtin û ji hevnêzîkirina hêz û partiyan neku bi binalav ji boyî gurkirina nakokî cihêwazî û dijminatiyê.

 

 

Pêşinyarên konferansê:

 

-Derfet ji bo derxistina kovareke wêjeyî.

-Malpereke fermî ji bo HRRK şaxê Amedê.

-Ji bo birêvebirina karê şaxê Amedê yê hevgirtinê rêbazin nû bêne danîn.

 

Di dawiyê de bi nave komîta rêveberya HRRK, sipasiya şaredariya bajarê mezin ya Amedê dikin li ser hembêzkirina vê konferansê her wisa ji bo ked û alîkariya wê ku roleke mezindi serkeftina karûbarê vê konferansê de lîst.

 

Komîta kargêrya HRRK

Şaxê Amedê

01-06-2014