Share |

Encamnameya Konferansa Silêmaniyê ya hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK

Di 1û 2ê tebaxa 2015an de li Silêmaniyê, li bin navê „Rojava qiblegeha hest û helwestane“,

konferansa damezirandina şaxê HRRK li Başûrê Kurdistanê, bi amadebûna rewşenbîrên rojava yên ku li hersê parêzgehên herêmê „Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê“dimînin, hate lidarxistin.

Di rûniştinên konferansê de bi awayekî berfireh  li ser karûbarê rewşenbîriya kurdî hat rawestandin, herweha li ser şêweyê pêşdebirina çanda kurdî hat gotûbêjkirin. Herwisa gotûbêj li ser awayê pêşxistina karê sazî û dezgehên kurdî hatin kirin bi şêweyekî ku hevgirtin bi berpirsiyariyên xwe rabe û rola xwe ya berhemdar di warê dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî de bilîze.

Li ser asta siyasî beşdarên konferansê behsa hestiyariya rewşa siyasî  li rojavayê kurdistanê kirin û doz li hêzên siyasî hat kirin ku ji bo xizmeta doza kurdî dîtin û nerînên xwe ji hev nêzîk bikin û layiqî wê berpirsiyariya dîrokî bin ya ku ji wan tê xwestin.

Beşdarên konferansê doza piştgiriyê li hemû dezgehên çandî û siyasî kirin, da ku rê li ber hevgirtina rewşenbîrên rojavayê kurdistanê vekin, ku karê xwe bi temamî derbasî rojavayê Kurdistanê bikin.

Beşdarên konferansê, êrîşên dewleta tirk yên li ser başûr û bakurê Kurdistanê  bi tundî şermezar kirin. Doz hate kirin ku doza kurd bi awayekî aşîtiyane bê çareserkirin.

Herweha doza rawestandina rijandina xwînê û kuştina sivîlan ji hêla aliyên şer ve li Sûriyê hate kirin. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demo krat û pirrengî.

Beşdarên konferansê xebata hêzên poarastina gel û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên parastina gel silavkirin, ku bi lehengî rûmeta Kurdistanê diparêzin û li hember êrîşên hêzên terorê yên ku dixwazin kurdan ji holê rakin berxwedaneke mezin dikin.

 

Biryarên konferansê

1- Kar ji bo vekirina cihekî ji bo hevgirtinê li herêma Kurdistanê

2- Derxistina kovarekê bi navê hevgirtinê

3- xurtkirina pêwendiyan di navbera saziyên chandî yên herêma kurdistanê

4- Amadekirina bibliografiyekê ji bo rewshenbîrên rojavayê Kurdistanê

 

Silêmaniyê

02.08.2015