Share |

Ezmên stêr mêtin…. Nizar Yosif

 

           

 

 

Şevsariyê dil qurmiçand daleqiya

Raman ser hev de tewandin nafirin

Ziman şaş bî hevokan beravêtin

Huner sêwiyê wêneyan

Parsek kirar çêj lê ne ma

Mijar birçiyên helbestan ji lawikan veqetiyan

Gotinên belav bi ser xwe de di nalin

Peyîza zêrîn xwe berda

Bê sitar cemed bi dara şermîn ve hilpirikî

Lîs di tayên sermayê de bê pêjin bîn

Di nava min de xûsî berdan

Ez bîm dîlê bextê şevê

Heyîvê ji bin kevê êwr tarîstanê de sih veda

 

Kil li ser dêmên zerî de daweşiya

Meyweyên ser çen û lêvan dawerivîn

Ezmên stêrên rijyayî hinek mêtin

Yên şemitîn dirûşmê sar de rijandin

Pêgihîştim şayîk û sihra wê ve çûm

Bîrhatin ji rêwîtiya dûr zivirîn

Stêrberan şaxê jîndarê sîmkirin

kom dikin janên şehitî

Landika min di lorîne

Dilmayîna vê dilberê di hêjîne

Di tewlê de bi pêjina wê ve mayî me

Li ser pira çemê tihin ji bo avjînê civîne.

22,07,12