Share |

Ferhad Içmo xelata Cigerxwîn a afirandina helbestê wergirt

Komîta Xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ji bo sala 2013an biryar da ku xelata îsal diyarî helbestvanê kurd Ferhad Içmo bike, ji ber taybetmendiya wî di veguhestina helbestê de, û ji ber ku bi dehên salan e ku xizmeta helbesta kurdî dike, û dengekî resen û bilind e di cîhana helbesta kurdî de.

Xelata Cigerxwîn a ku sala 2001ê destpê kiribû, yek ji xelatên ku Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî salê dide helbestvanekî, û ta ana daye van helbestvanan: Seydayê Keleş, Bêbuhar, Mela Nûrî Hesarî, Mihemed Elî Hiso û Xelîl Mihemed Elî Yûnis.

Komîta xelata Cigerxwîn dê ji bo pêşkêşkirina xelatê boyî helbestvan Ferhad Îçmo şahiyek taybet li dar bixe.

Katjimêr 11.00 ji sibeha 15/11/2013an li mala helbestvanê nemir Cigerxwîn li Qamişlo-taxa Xerbî, çimkî wek her car xelat li wir tê pêşkêş kirin.

Ji bo têkiliyan:

Malbata xelatê

 Ebdilsemed Mehmûd 00905392796203

Şehnaz Şêxê: 0988049630

Ehmed Heyder: 456356

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî